Li paytexta Belçîka Brukselê şervana YPJ’ê Ayla Oral (Bengî Dîren) hate bibîranîn. Di bîranînê de ku ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinê ya Şehîd Berîtan li Komaleya Çandê ya Kurd hate lidarxistin, bi sedan Kurdistanî û malbata Dîren amade bûn. Her wiha nûnerên TJKE, PYD, PJAK û Komîteya Şehîdan jî hazir bûn.
Bav Kazim Xoce di bîranînê de destnîşankir ku bi keça xwe serbilind e, wiha dewam kir: “Bengî dema 18 salî bû tevlî refên partiyê bû. Dem ali Brukselê di xebatên gel de cih digirt, her tim meraqa rastiya Rêbertiyê dixwar û pirtûkên Rêbertiyê dixwendin. Eger em dixwazin layiqî wan bibin, em li pey wan biçin.”
Dayika Dîren jî wiha got; “Bengî bû bûka Kurdistanê. Min bi destê xwe keça xwe da rêxistinê. Îro daweta wê ye, em ê govenda wê bigerînin.”
Nûnera TJKE jî ev anîn ziman: “Min hevala Bengî ji nêz ve dinasî. Di her cure xebatên rêxistinê de bi awayekî çalak dixebitî. Li beramberî Rêbertiyê, li beramberî hevaltiyê girêdayî, fedakar bû.”
Di bîranînê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.
Ji Komîteya Dayikên Şehîdan Sûltan Ograş û Drexşan Yadê û Ahmet Aktaş jî axivîn, gotin; “Em layiqî şehîdan bibin; xwedî li Rêbertiyê derkevin.”

