Li Parîs a Fransayê bi mebesta şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlêbûna bi hezaran kesî meşeke girseyî hate lidarxistin.
ANF
PARÎS
şemî, 20 gelawêjê 2016, 18:25
o li Meydana Rêpublîqûe, saet 16.00’an bi tevlêbûna bi hezaran kesê ku ji Parîsê û derdorê hatibûn, meşek pêk hat. Di meşê de pankarta ‘’Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye’’ hate vekirin û dirûşma, ‘’Em hemû Apo ne, em hemû PKK ne’’ hate berzkirin. Têkildarî tecrîda li ser Ocalan jî belavok hatin belavkirin.
Piştî meşê li Meydana Bastîllayê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Di mîtîngê de Hevserokê CDK-F’yê Vedat Bîngol têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftinek kir û got, ‘’Hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê li ser Rêbertiya me birêz Abdullah Ocalan û li têkoşîna azadiya Kurd hatiye kirin ku di pêşengtiya wî de dimeşe. Ji berk u ji Imraliyê bi ti awayî agahî nayê standin, têkildarî jiyana Rêbertiya me fikarên mezin bi me re çêbûne. Ji bo vê jî hetanî ku em ji Rêber Apo agahiyeke zelal netsînin her roj em ê li qadan bin.’’
Di mîtîngê de nûnerê ACTÎT’ê jî axivî û got, ‘’Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî demildest bi malbat û parêzerên xwe re hev bibînin’’
Çalakiya ku nêzî 2 saetan dom kirî, bi dirûşmeyan bi dawî bû.