Nûçegîhanên Rojnemaye Evrensel: Çapemeniya azad bêdeng nabe

Nûçegîhanên Rojnameya Evrensel diyar kirin ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tê binpêkirin, li beramberî polîtîkayên zext û perçiqandinê yên li ser çapemeniyê destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe wê dengê çapemeniya azad kêm nebe.

Nûçegîhanên Rojnameya Evrenselê Firat Topal, Serpîl Berk û Hasan Akbaş ên rojên bihurî dema êrîşa bombeyî ya li dijî servîsa polîsan a li Amedê li cihê bûyerê bûn û ji ber vê hatin binçavkirin, nêzîkatiyên polîsên Tirk ên li beramberî rojnamevanan, dema xwe ya binçavkirinê û zehmetiyên rojnamevantiyê yên li Kurdistanê ji ajansa me re vegotin.

‘SÎXURTIYÊ PÊŞNIYAR DIKIN’

Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Firat Topal ragihand ku dema teqîna li ber pira Deh Çavî bi tesadufî li wir bûn, lê ji bo karûbarên polîsan ne asteng bûn, têkîldarî binçavkirinê û bûyerên piştî wê jî ev anîn ziman; “Me çawa ji polîsan re got em rojnamevan in, hema me girtin û gotin ên çalakî li dar xistine ev in. Gotin divê em xwe bispêrin wesayîtê, telefon û nasnameyên me girtin, me birin qadekê û xwestin em li ser çokan destê xwe dînin ser serê xwe. Di wê demê de jî heqaret û xeberên nedibû ji me re gotin û îdîa dikirin ku em ne rojnamevan in. Nêzî 2 saetan em wisa rawestandin û piştre kelepçe avêtin destên me, me li ser hev avêtin wesayîteke zirxî û em birin emniyetê. Beriya lêpirsînê, tim bi tim li derve lêpirsîn dikirin û dîsa heqaret dikirin. Ji bo min û hevalê min ê rojnamevan Sertaç Kayar digotin em li derve hevûdu bibînin, di nav têkîliyan de bin û bi hevokên mîna van sîxurtî pêşniyar dikirin.”

‘LI NEZARETEKÊ 7 KES DIMÎNE’

Topal got li nezaretê 12 saetan hatin ragirtin û diyar kir ku li nezaretekê 6-7 kes dimînin, dema derî tên girtin jî bi zorê hilmê digirin. Topal anî ziman ku ji ber rewşa awarte gelek kes hatin komkirin û şert jî li holê ne, wihadewam kir; “Ti baş nizane ku di atmosferek bêtendurist û bêewle de wê çawa nêzî te bibin. Esas, bi wê çi bê serê te, tu fikrên te çênabin. Di hundir de mirov hene ku bê sedem 20 rojan tên ragirtin û ew jî nizaninê bê wê aqûbeta wan çi bibe. Her çiqasî piştî parêzerê me got wê we berdin em hinekî rehet bibin jî dema me mirovên li wir didît em dîsa nerehet bûn.”

‘DESTHILATDARIYA AKP’Ê MEDYAYA ALÎGIR AFIRAND’

Nûçegîhana Rojnameya Evrenselê Serpîl Berk jî têkîldarî rojnamevantiya li Kurdistanê axivî, bal kişand ku niha pêvajoyek ji salên 90’î hê zehmettir li Kurdistanê heye û wiha dewam kir: “Desthilatdariya AKP’ê, medyaya alîgir a ku polîtîkayên wê pêş dixîne afirand. Dema em televîzyonan vedikin, piraniya xwe heman deng in. Di vê pêvajoyê de gelek nivîskar, bi şiklê rojnamevantiyê gelek kes ku polîtîkayên wan pêş dixin derketin holê. Dema mirov li herêmê dinêre, piştî hilbijartinên 7 Hezîranê, bi qedexeyên kolanan, dorpêçan, bidawîkirina pêvajoya çareseriyê û konsepta şer ve rojnamevan hatin hedefkirin. Li herêmê rojnamevan gefên mirinê dixwin, bi derbkirinê tên binçavkirin.”

‘NAXWAZIN ŞERÊ LI KURDISTANÊ BÊ DÎTIN’

Berk bal kişand ser rojnamevanên girtî, diyar kir ku bi dehan nûçegîhanên DÎHA’yê girtî ne û ev wê ne ya dawî be. Berk, anî ziman ku pêwîstî bi piştevaniyê heye, got divê mirov bi vî şêwazî li girtina rojnameya Ozgur Gundemê jî binêre. Berk wiha dom kir; “Îro dewlet beşên muxalîf naxwaze. Esasê êrîş û tundiya li ser çapemeniyê jî ev e. Eger îro bûyerên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û navçe û bajarên din ji hêla raya giştî ya rojava û cîhanê hate dîtin, ev bi saya rojnamevanên li herêmê ne. Lewre jî naxwazin çapemeniya azad li vir bixebite. Naxwazin konsepta şer a li vir bê zanîn. “

‘EGER TU LI KURDISTANÊ ROJNAMEVAN BÎ, TU BI HER TIŞTÎ RE HEVRÛ YÎ’

Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Hasan Akbaş jî li ser girtina rojnameya Ozgur Gundemê rawestiya, got ev jixwe nîşaneya her tiştî ye û rojnamevanên herî zêde bi vê rewşê re hevrû dibin jî yên li Kurdistanê ne. Akbaş hin ji mînakên şênber ên zextên dewleta Tirk a li ser rojnamevanên li Kurdistanê da û got; “Eger tu li Kurdistanê rojnamevan bî, tu bi her tiştî re hevrû yî.”

 ‘EM Ê NIVÎSANDINA RASTIYAN BIDOMÎNIN’

Akbaş, destnîşan kir ku Kurdistan bi bajarên Tirkiyeyê re nayê qiyaskirin, hinek mînakên gefên mirinê û birîndarkirinê yên bi serê rojnamevanên li Kurdistanê hatine da, wiha dawî li axaftina xwe anî; “Dema wek filmê Pressê dibêjin hûn ê li Amedê rojnamevantiyê nekin, bi vî şêweyî êrîş dikin, em berevajî hê zêdetir nûçeyan çêdikin û hewl didin li pey rastiyan bin. Her çi dibe bila bibe, em wek rojnamevanên ji kevneşopiya çapemeniya azad, em ji vir nivîsandina rastiyan bidomînin.”

 

...