Asli Erdogan ji girtîgehê peyamek şand

Aslî Erdogan a ku endamê desteya Şêwirmediyê ya Ozgur Gundem wiha anî ziman: “Di nivîsandinên min de ne tenê fikra azad wijdan hate ‘Darezandin’. Ya ku hate hepiskirin ‘Wijdan e.’Wêje, mirov ji bo ku vê wijdanê biparêze heye.”

Nivîskar û endama desteya Şewirmeniya Weşanê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan a bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê", "Propagandaya rêxistinê" û Xxirakirina yekîtiya dewletê" hat girtin bi rêya parêzerên xwe Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz ji Girtîgeha Bakirkoyê peyamek şand.

Parêzeran diyar kirin ku muwekîlên wan niha di odeyeke yek kesî de dimîne û heta roja Duşemê ji ber ku kantîn girtî ye, nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û peyama ku Erdogan da parve kirin.

'MIN NIVÎSÊN XWE YÊN OZGUR GUNDEMÊ WEKÎ PIRA AŞTIYÊ DÎT'

Peyama Erdogan wiha ye: "Morala min baş e. Ez dizanim ji bo çi li vir im. Ez slavên xwe ji hemû kesan re dişînim. “Di nivîsandinên min de ne tenê fikra azad wijdan hate ‘Darezandin’. Ya ku hate hepiskirin ‘Wijdan e.’Wêje, mirov ji bo ku vê wijdanê biparêze heye.18 sal in bi awayeke sîstematîk li dijî şîdetê me û nivîsên xwe yên di Ozgur Gundemê de wekî pira aştiyê dît."