Endamê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Ehmed Milhim diyar kir ku êrîşên rejîmê yên li Hesekê jiyana hevbeş a gelan kiriye hedef, got wê Baas li ser vî esasî negihêje armanca xwe.
BERİTAN SARYA
QAMIŞLO
şemî, 20 gelawêjê 2016, 07:11
Ehmed Milhim destnîşan kir ku êrîşên ku ev 3 roj in rejîm li Hesekê pêk tîne, wê ji nêzîkbûn û tifaqa di navbera Erdogan, Îran, Rûsya û Sûriyeyê de cihê neyê bidestgirtin û wiha axivî: “Sîstema Federalîzma Demokratîk temsîla jiyana azad, demokratîk û hevbeş dike. Ev û daxwazên Erdogan li hev nakin. Lewre jî ji bo sîstema me negihêje serkeftinê çi ji destan tê texsîr nake.”
Endamê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku bi xwe jî Erebê Hesekê ye, armancên êrîşên rejîmê yên li ser Hesekê ji ajansa me re nirxand.
‘JI NÊZÎKBÛNA TIRKIYE, RÛSYA, ÎRAN Û SÛRIYEYÊ NE CIHÊ YE’
Ehmed Milhim anî ziman ku êrîşên ku ev 3 roj in rejîm li Hesekê pêk tîne, wê ji nêzîkbûn û tifaqa di navbera Erdogan, Îran, Rûsya û Sûriyeyê de cihê neyê bidestgirtin û wiha axivî: “Esas êrîş ji ber serkeftina Minbicê û amadekariyên ji bo Babê ne. Ji ber ku ev serkeftin wan ditirsîne. Her çiqasî Erdogan hêzên YPG û QSD’ê wek teror bi nav bike jî dizane xetek demokratîk a van hêzan heye. Ev jî sîstema federal a demokratîk e. Sîstema Federalîzma Demokratîk temsîla jiyana azad, demokratîk û hevbeş dike. Ev û daxwazên Erdogan li hev nakin. Ew jî dîktatortiyê dixwaze. Ango, sîstemek wiha li Sûriyeyê li derveyî berjewendiyên wan e û ji bo dîktatoriya xwe wek gefê dibîne.”
‘JI BO EM BI SER NEKEVIN XWE AVÊT HEMBÊZA ÎRAN Û RÛSYAYÊ’
Milhim destnîşan kir ku yê DAÎŞ li Sûriyeyê anî vê astê Erdogan bi xwe ye, got serkeftinên Şehba û Minbicê, planên Erdogan vala derxist. Milhim têkîldarî mijarê wiha nirxandin kirin; “Lê, hewldana darbeya têkçûyî ya li Tirkiyeyê firsend da Erdogan ku mûxalîfan bêdeng û tesfiye bike. Êdî Erdogan nizane bê ka wê di siyasetê de çi bike. Berê heta xistina balafirê diçû, geh berê xwe dida Rûsya geh jî Amerîka. Lê, niha jî ji bo sîstemek demokratîk li Sûriyeyê pêş nekeve û federalîzma demokratîk negihêje serkeftinê xwe avêt hembêza Îran û Rûsyayê. Dîsa xwe nêzî rejîma Sûriyeyê kir. Ango, tenê ji bo ev proje bi ser nekeve her tiştî dike.”
‘WÊ NIKARIBIN JIYANA ME YA HEVPAR XIRA BIKIN’
Milhim destnîşan kir ku rejîm bi van êrîşên xwe yên li ser gelê Hesekê ve dixwaze jiyana hevpar a gelan xira bike, diyar kir ku ev êrîş wê negihêjin serkeftinê. Milhim bal kişand ku ji destpêka şoreşê ve bi taybet hewl didin ku di navbera gelên Ereb û Kurd de nakokiyan çêbikin, wiha dewam kir: “Lê ev bi ser neket, îro ti carî nikare. Ji ber ku êdî gelê me ketine ferqa gelek tiştan. Rastiya rejîmê jî nas dikin. Gelên Ereb, Kurd, Suryanî, dîsa Misilman û Xrîstiyan bi hev re dijîn û bi hev re her cure xebatê dimeşînin. Mînak ez Ereb im, kurê min 6 salan li dibistana Suryanan xwend. Niha jî bi zimanê Suryaniyan dizane û dîsa Xrîstiyanî nas kir. Ti pirsgirêkên me nîne, em bi hev re dijîn.
Lê niha hêzên rejîmê hovîtiyek mezin li dijî sivîlan dike. Rejîma Baasê di dîroka xwe de zerara herî mezin da Ereban. Niha jî bi balafiran ve taxên Ereb û Kurdan bombe dike. Bi vê ve jî gel neçarî koçê dike.”
‘PÊWÎST E XWIŞK Û BIRAYÊN MIN ÊN EREB DI NAV REFÊN QSD’Ê DE CIHÊ XWE BIGIRIN’
Ehmed Milhim, li dijî vê xetere û êrîşan wek endamekî gelê Ereb banga tevlîbûna nava refên YPG’ê û QSD’ê kir, wiha dawî li axaftina xwe anî; “Jixwe xwişk û birayên min ên Ereb rastiya rejîmê dizanin. Dizanin bê çawa rejîm zilm û êşkenceyê li gel dike. Jixwe ev 2 roj in bi êrîşên hovane re hevrû ne. Pêwîst e ti birayên me yên Ereb di van êrîşan de li gel rejîmê cih negire. Rejîm ne welatparêz e. Lê, di sîstema federalîst a demokratîk de em ê bi hemû gelên xwe re azad bijîn. Ev sîstem tevahî êşkence û zilmên li ser gel dişkîne. Em bi hev re van êrîşan vala derxin û federalîzma demokratîk bigihînin serkeftinê.”