Herî kêm 50 kes hatin binçavkirin, 13 hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Riha û Stenbolê zêdetirî 50 kesî hatin binçavkirin. Li Îzmîrê jî 13 kes hatin girtin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Riha û Stenbolê zêdetirî 50 kesî hatin binçavkirin. Li Îzmîrê jî 13 kes hatin girtin.
Bi talîmata AKP/Qesrê ve operasyonên qirkirina siyasî ya li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Di operasyonan de li Rihayê 49 kes hatin binçavkirin, li Îzmîrê jî 13 kes hatin girtin. Her wiha li Stenbolê jî 4 kes hatin binçavkirin.
RIHA
Li navend û navçeyên Rihayê operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî DBP û HDP’ê didomin. Hejmara kesên di serdegirtinên duh û îro de hatin binçavkirin gihişt 49’an.
Navên binçavkiriyên ku hatine zelalkirin wiha ne:
"Mahmut Polat, Abdulkadir İnanç, Zozan Kiliç, Huseyin Tangan, Îbrahim Kurt, Ahmet İstek, Celal Babacan, Mehmet Ali Sutpak, Emel Tuysuz, Fevzi Salim, Hamit Bali, Serkan Bali, İsmail Şahin, İbrahim Yildizer, Sait Korkmaz, Ali Solak, Akil Gulbeden, Salih Korkmaz, Ramazan Kizoglu, Sefer Kengiş, Muzaffer Akçali, İbrahim Ozturk, Nezir Ozgezer, Şeyhmus İnan, Selim Vural û Munir Ozgezer, Cuneyt Turgay, Kays İşik, Bari Mamu.
Abdulkadir Dagdelen, Rustem Dagdelen, Haci Çaglar, Sabri Karataş, Hadi Kurum, Yusuf Yavuz, Mehmet Kivik, Muhlis Ablay. Ferhat Coşkun."
Dîsa li navçeya Serêkaniyê Hasan Turan, Fehat Bulut, Abdulmecit Işik, Diyar Işik, Hamdullah Ado û Ahmet Ado yê 15’ê Tebaxê hatibûn binçavkirin jî li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê tên ragirtin.
STENBOL
Li Stenbolê jî polîsên Tirk danê sibehê bi ser Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Maltepeyê de girtin. Di serdegirtinê de partiyiyên bi navê Yusuf Bozkurt, Ceyhun Dursun, Ersin Kaya û Gamze Poyraz hatin binçavkirin.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî 14 kesên ku roja 13’ê Tebaxê di serdegirtinên hemwext de hatibûn binçavkirin, duh êvarî piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Hevserokê KURDÎ-DER’ê yê Îzmîrê Alî Yalçinkaya, Hevserokê TAY-DER’ê yê Îzmîrê Mûsa Karabag, Sait Bahadir, Mehmet Ozan, Umit Fatma Firat, Îzzetin Akin, Hakan Arslan, Hatip Bilen, Semih Ersonmez, Sedat Mihayaz, Rizgar Gaçkçen, Ozgur Dilek û Abdulbarin Baran bi îdîayên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê kirine’ hatin girtin.