Li kolanên Hambûrgê li dijî tecrîdê performans

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan performansek hate pêşendan.

Kurdistanî û dostên wan ên ku her roj bi daxwaza “Ji Ocalan Re Azadî” çalakiyan li dar dixin, di pêşengiya Ciwanên Azad Hambûrgê de şeva Înê li Monckebergstrasse kom bûn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku agahî ji Ocalan nayê wergirtin, ev rewşek gelekî bi fikar e û nayê qebûlkirin. Piştre jî performansek li ser tecrîdê hate pêşendan.

Dema pêşendanê de faşîstan hewl dan provokasyonekê bikin, lê dîsa jî performans bi eleqeyek mezin hate temaşekirin. Piştî govenda ciwanan, nûnerê Ciwanên Azad Hambûrgê ji bo meşa roja Şemiyê ku wê saet 15.00’an li Osterstrasseyê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

 

...