ROJANE
Hemû Nûçe
-
Desteserkirina şaredariyan li Ewropayê hat şermezarkirin
Kurdên li Ewropayê dijîn, tecrîda li ser Ocalan û desteserkirina şaredariyên Kurdan şermezar kirin. Bi vê armancê li gelek bajarên welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. -
Dozên çapemeniya azad di 20'ê Îlonê de destpê dikin
Dozên ku li dijî rojnamevan û rewşenbîrên piştgirî dan rojnameya Ozgur Gundemê hatin vekirin, di 20'ê Îlonê de destpê dikin. Di destpêkê de wê rojnamevan Ayşe Duzkan û Ragip Dûran bên darizandin. -
Artêşa Tirk li Şehbayê komkujî pêk anî
Artêşa dagirker a Tirkiyeyê êrîşî herêmêm Şehbayê kir û komkujiyek pêk anî. Malbatek bi giştî û li gel 2 zarokan jî hatin qetilkirin. -
Li Nentesê gerîlaya YJA-Star Leyla Kaya hate bîranîn
Li bajarê Nentes ê Farnsayê Leyla Kaya a bi nasnav Sorxwîn Jiyan a ku di şerê 20’ê Tebaxa 2015’an li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû, hate bîranîn. -
Endamên KESK’ê em li gel çalakiyên redîkalin
Di civîna Meclîsa Giştî û Şêwirîna KESK’ê de,hate diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê jî di nav de li gel hemû çalakiyên redîkal ên tên li dar xistin in. -
Kurkçu: Kurd dikarin welêt demokratîk bikin
Hevberdevkê KDG'ê Kurkçu got, Kurd dikarin Tirkiyê demokratîk bikin, AKP/Qeser neçareseriyê ferz dikin. -
Xizmên kesên ku hatine nebedîkirin li aqûbeta Huseyîn Morsumbul pirsîn
Dayikên Şemiyê, li rewşa Huseyîn Morsumbul pirsîn ku di darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de yek ji wan kesên pêşî bû ku ji hêla dewleta Tirk ve hatibû nebedîkirin. -
Girtiyên siyasî yên li Tokatê destek dan bajarên hatine hilweşandin
Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Tokatê ji bo piştevaniya bajarên xwerêveberiyê ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin xerakirin, hezar û 500 TL pere berhev kirin. -
Li Melboûrne faşîzma AKP'ê hate şermezarkirin
Li Melboûrneyê Kurdistanî û dostên wan bi mîtîngekê faşîzma AKP'ê şermezar kirin. Di çalakiyê de li ser navê KNK'ê Mahmût Kahraman got, ''Erdogan bi avakirina rejîmeke dîktator dixwaze şehînşahiya tirsê ava bike.'' -
Li Awûstûryayê danasîna çanda Kurd
Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê çanda Kurd hate nasandin. -
‘Ji ber hezkirina jiyanê dixwazim vê çalakiyê pêk bînim’
25’ê Gulanê saet 19.30’an gerîlayê HPG’ê Dijwar Serhet li dijî qereqola Axê ya li mabeyna navçeyên Kerboran û Midyadê yên Mêrdînê, bi wesayîtek bombebarkirî ve çalakiyek fedaî li dar xistibû... -
Temîzyuz: Divê hikûmet li gor peyama Ocalan tevbigere
Hevserokê TÛHAD-FED’ê Temîzyuz li dijî tecrîdê nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku aştî tenê bi azadiya Ocalan mimkûn e. Temîzyuz ji hikûmetê xwest ku li gor peyama Ocalan tevbigere. -
Hackerên Kurd malpera Weqfa Perwerdeyê ya Hêzên Çekdar ên Tirk hack kirin
Koma hackerên Kurd Coldhackers, malpera Weqfa Perwerdeyê ya Hêzên Çekdar a Tirk hack kirin. -
Şehîdên Dersîmê li Parîsê hatin bibîranîn
Ji fermandarên Koma Gerîla ya MLKP’ê Berfû Dîlan Canbay (Arjîn Selçûk) a li Dersîmê şehîd bû û gerîlayên MLKP’ê Velî Gorgun û Umît Yetîk li Parîsê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Di teşxîs û tedawiya penceşêra rûviya stûr de wê ûltrason bê bikaranîn
Di encama xebatên Fransayê de têkîldarî di teşxîs û tedawiya penceşêra rûviya stûr de bikaranîna ûltrasonê derbasî merheleyek nû bû. -
Kobanê herka dîrokê guherand
Li hêlekê çeteyên ku paşmêrtiya wan dewleta Tirk dikir û xwedî hêza çek û hijmara çeteyan bûn ku dikarîbûn welatekî dagir bikin û li hêla din jî şervanên YPG/YPJ hebûn ku li gel hemû bêderfetiyan heta mirinê girêdayî gelê xwe bûn. -
Xelîl: Peymana Misrê wê siberoja Sûriyeyê amade bike
Endamê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava Xelîl diyar kir, peyamana Misrê wê siberoja Sûriyeyê diyar bike. -
Ji bo rojnamevanên girtî nobet hate girtin
“Nobeta Azadiyê” ya ji bo Nivîskara Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay hate destpêkirin, endamên Ji Bo Aştiyê Hewldana Jinê (BÎKG) dewir girtin. -
Kurdistanî û dostên wê 17’ê Îlonê biherikin qadan
KCDK-E, da xuyakirin ku Kurdistanî û dostên wan ên li hemû deverên cîhanê wê 17’ê Îlonê li dijî faşîzma AKP’ê çalakiyan li dar bixin. -
Welatparêzê Kurdistanî Tekîn Yagmûr jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurdistanî Tekîn Yagmûr ê ku demeke dirêj bû li Londonê dijiya, li nexweşxaneya ÛCL a lê dihat dermankirin ber bi danê sibehê ve jiyana xwe ji dest da. -
Piştî girtina HDP'iyên li Tokatê çalakî li Tokatê hatine qedexekirin
Piştî girtina 12 HDP'iyên ku di nav wan de Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alp Altinors jî hebû, walitiya Tokatê li gorî biryarnameyên Rewşa Awarte ya AKP/Qesrê daxuyanî û mîtîngên li nav bajêr qedexe kir. -
Li Elmanyayê ji bo Ocalan çalakiya kon
Li Elmanyayê çalakiyên protestokirina tecrîdê û bi daxwaza azadiya Ocalan têne lidarxistin, didomin. -
Kurdên li Fransayê amadekariyên protestokirina AKP’ê dikin
Li gelek bajarên Fransayê wê di pêşengtiya CDK-E de ji bo protestokirina sepanînên AKP’ê yên li Kurdistanê meş bêne lidarxistin. -
Lîderê muxalefeta sereke ya Îngilîstanê: Divê Ocalan azad bibe
Lîderê Partiya Karker a Îngilîstanê Jeremy Corbyn got, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be. Corbyn her wiha xwest, mafê Kurdan ê xwerêveberiyê bê nasîn. -
HDP'ê nerazîbûn nîşanî girtina Altinors da: Ev darbeyeke siyasî ye!
HDP'ê girtina Cihgirê Hevserok Alp Altinors şermezar kir, bal kişande ser hinceta girtina wî û got ev tê wateya "darbeya li siyaseta demokratîk".