Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê wê niha daxuyaniyê bidin

Têkildarî greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê, ku ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were danîn û daxwaza statuya Şengalê bê qebûlkirin di 23'ê Tebaxê de destpê kir, tê payîn daxuyaniyek were dayîn.

Rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê beşdarî weşana Med Nûçeyê bûn û kêfxweşiya xwe ya ji ber daxuyaniya li ser hevdîtina bi Ocalan re bilêv kirin. Ji çalakgeran Peşîmam Ekrem Denîz got, "Bi vê greva birçîbûnê ve em kêfxweş in, ji ber ku me bi berpirsyariya xwe rabûne."

Li ser navê Komîteya Amadekar Sezaî Ûçar agahî da ANF'ê û diyar kir, rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê wê piştî civîna nirxandina rewşê, daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Çav li rê ye daxuyanî li gorî dema Ewropayê piştî saet 14'an bê dayîn.