Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) ji ber 36. salvegera darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku di sala 1980'an de darbeya herî bi xwîn û faşîst a dîroka siyasî ya Tirkiyeyê hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, darbekar ji bo her kesên li derveyî xwe tine bikin, 'bînin ser rê' yan jî tine bihesibînin hatin ser desthilatdariyê û hat gotin, "Bi dehan girtiyên siyasî hatin darvekirin, bi sed hezaran kes hatin binçavkirin, îşkence li wan hat kirin û hatin girtin. Bi hejmareke nediyar mirov bûn qurbanên 'kuştinên kiryar nediyar', hatin sirgûnkirin û ji kar hatin avêtin." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, darbekaran îdîa dikin ku ew 'balansa demokrasiyê eyar dikin' û hat gotin, tarîtiya 12'ê Îlonê mîna ewrekî reş bi ser welêt ve hatibû.
Komîteya Rêveber a TŞYG'ê da xuyakirin, ku darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê piştî 36 salan îro jî bi rengekî cuda dewam dike û diya rkir, hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê û darbeya AKP'ê ya li dijî vê hat kirin, ji aliyê cewherî ve dewama darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê ye.
'RUHÊ KENAN EVREN DI BEDENA ERDOGAN DE YE'
TŞYG'ê da zanîn, ku cewhera van her du darbeyan de ti muhtewayeke demokratîk nîne û li dijî çîna karker, kedkar, Elewî, jin, ciwan û hemû bindestan hatine kirin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Erdogan û Gulen her du jî berhemên 12'ê Îlonê ne. Ji ber ku li cem darbekarên 12'ê Îlonê cih girtin, îro gihîştin vê asta lê ne. AKP'ê qaşo di bin navê 'hesabpirsîna ji darbeyê' de roja 12'ê Îlonê referandûm kir, lê ji aiyê esasî ve ser rejîma darbeya 12'ê Îlonê girt û ev rejîm mayînde kir. Ruhê Kenan Evren di bedena Erdogan de dijî. Yên hewl dan darbeyê bikin tên girtin/tên darizandin, lê ti ji berpirsyarên darbeya 12'ê Îlonê ji aliyê faşîzma AKP'ê ve nehat darizandin. Tevî çîrokên lehengiya sextekar jî, ku li dijî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê tên nivîsandin, eşkere ye ku AKP ji hewldana darbeyê gelekî tirsiya ye. Lê dema faşîzma AKP'ê li ser pêvajoyê serwer bû, careke din deket holê ku ti cudahiya wan ji darbekaran nîne."
Komîteya Rêveber a TŞYG'ê da xuyakirin, ku her çend darbeya AKP'ê di raûnda destpêkê de serketî xuya dike jî, ti encameke erênî ji bo bindestan derneketiye holê. Komîteya Rêveber got, "Hevkariya faşîst a ku bi navê protokola Yenîkapi derket pêşiya me, gelên me ber bi xeteriyê ve dibe. Lê belê gelên me bê alternatîf nînin."
LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA, BANG LI GEL HAT KIRIN
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku artêşa Tirk ala çeteyan girtiye destê xwe û ketiye nava Cerablûsê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev yek nîşaneya berbiçav a tifaqa dewleta Tirk a bi DAIŞ'ê re ye. Operasyonên li dijî Rojava hatine destpêkirin careke din nîşan didin, ku Şoreşa Rojava ya li herêmê li ser bingeha wekhevî, azadî û biratiya gelan ava bûye, hedefa sereke ya faşîzmê ye. Divê gelên me li dijî van êrîşan derhal bikevin nava tevgerê."
WÊ NIKARIBIN PÊŞÎ LI COŞA GEL BIGIRIN
Komîteya Rêveber a TŞYG'ê da zanîn, zêdebûna êrîşên li dijî saziyên demokratîk, operasyonên siyasî, ajotina komên nîjadperest û faşîst ber bi kolanan ve, îşkence, binçavkirin û girtin welat veguherandiye girtîgeheke mezin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Mîna ku komkujiyên li Roboskî, Pirsûs, Sûr, Cizîr, nisêbîn, Dîlok û gelek bajarên din ên Kurdan têra wan nakin, niha jî ekîba Çîller-Agar-Kuçuk ku weke afirînerên konsepta 'şerê qirêj' ê salên 90'î tên naskirin, tînin ser kar. Ev jî nîşan dide, ku li pey faşîzm û komkujiyên nû ne. Zêdebûna operasyonên li dijî HDP û gelek pêkhateyên wê, vê îdîaya me piştrast dike.
ROJ ROJA HESABPIRSÎNÊ YE
Hewl didin gelên me bêalternatîf bihêlin û bi êrîşkariya faşîst teslîm bigirin. Çawa ku îşkence, zext û operasyon nikarin pêşî li hilatina rojê bigirin, nikarin pêşî li vebûna berfînan bigire, di heman demê de wê nikaribin li pêşiya wekhevî, azadî û daxwaza edaletê ya gelên me bibin asteng. Lewma roj li dijî faşîzmê roja yekbûnê, roja hesabpirsînê ye."
Di dawiya daxuayniyê de bang li çîna karker û kedkaran, Elewiyan, mirovên sekuler, jin, ciwan, neteweya Kurd û bindestan kir ku li ber faşîzmê rabin, berê xwe bidin nafa refên gerîla û li bajêr jî bi 'Hêzên Berxwedanê yên Yekbûyî' re hesab ji faşîzmê bipirsin.