Onder destnîşan kir ku Ocalan, nêzîkatiyên spekulatîf berhewa kirine, xwest ku dewlet êdî bi mejiyekî leşkerî nêzî mijarê nebe.
Parlamenterê HDP’ê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a îro li Amedê hate ragihandin ji ANF’ê re şîrove kir…
‘ŞERTÊN OCALAN BI ŞERTÊN HERÊMÊ RE HEMAN E’
Onder got, “Ji dema hevdîtin qut bûne û şûn de hêz û heqîqeta gotinên Birêz Ocalan ên çavkaniya xwe ji rastiyan, dîrokê û tecrûbê ne, demildest xwe diyar dikin” û wiha pê de çû;
“Wek duyem jî, şertên azadî, tenduristî, ewlehî yên Birêz Ocalan esas ne şertên wî bi xwe ne; rewşa heyî îşaret dike, tê wateya ewlehî, azadî, tenduristiya welat û herêmê. Ji ber ku tekane lîderê siyasî ye ku têkîldarî herêmê pêşdîtinên wî yên rastîn hene, tenê ji aliyê leşkerî lê nanêre.
‘NÊZÎKATIYÊN SPEKULATÎF HATIN BERHEWAKIRIN’
Ya sêyem jî peyamên hatin dayîn manîpulasyonên dewletê yên heta niha hatine dayîn vala derxistin. Ango, nêzîkatiyên spekulatîf ên mîna ‘Ocalan baş e, yê din xirab e’, ‘Niza vî xêz kir, vî vala derxist’ berhewa kir. Lewre jî girîng dibînim.”
Onder bal kişand ku Ocalan bi wesîleya cejnê erjengtiya şer destnîşan kiriye û got; “Bi wesîlekirina cejnê erjengtiya şer destnîşan kir û dem û nêzîkatiyên bingehîn ên bi rêgezî ku ji bo çareseriyê dane, esas divê her kesên li Tirkiyeyê bihejîne, bîne ser hişê xwe.”
DIVÊ DEWLET ÇI BIKE?
Parlamenterê HDP’ê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder wezîfeyên dewletê yên têkîldarî mijarê jî ev gotin;
“Îro salvegera 12’ê Îlonê ye. Ne şaş bim Kenan Evren gotibû; “Bi Harekata Qibrisi di destpêkê de me nehesibandibû ku em ewqas deveran bigirin, piştre me got em hin cihên din bigirin ku li ser maseya muzakereyan em ê wek kozê bazartiyê bi kar bînin.’ Ev, vekirinên dewletê yên qadîm dûrî rastiyan e, naveroka xwe vala ne. Nêzîkatiya li beramberî hilbijartî û saziyên gel jî qadîm in, lê çavkaniya xwe ji ferasetên hundirê xwe pûç digire.
Pêwîst e dewlet bi xwe bizane ku beriya her tiştî ev mijarek siyasî ye. Eger bi nêzîkatiyek leşkerî lê binêre, wê veguhere tespîta Birêz Ocalan, ne serkeftî ne jî binketiya vî şerî wê nebe, bi salan bidome, rê li ber êş, maliyetên civakî veke. Beriya her tiştî divê êdî dewlet mijarê bi gotinên leşkerî îfade neke.”