Rûsya: Divê Artêşa Azad a ku Tirkiye destek dike dest ji şerê Kurdan berde

Agirbesta di encama lihevkirina DYA û Rûsyayê de pêk hat, îşev destpê kir. Rûsya diyar kir ku ‘ Divê komên ku Tirkiye destek dike dest ji şerê Kurdan berde.’

Rayedarê Serfermandariya Rûsyayê Korgeneral Sergey Rûdskoy têkîldarî agirbestê daxuyanî da, got; “Li gor agirbesta Rûsya-DYA diyar kirî, wê bi saeta Moskowê 17.00’an li temamî axa Komara Ereb a Sûriyeyê bikeve meriyetê.”

Rayedarê Rûs destnîşan kir ku wê têkoşîna li dijî DAÎŞ û Nûsrayê dewam bike, da xuyakirin ku wê artêşa Sûriyeyê li gor agirbestê tevbigere.

Rûdskoy diyar kir ku divê komên ku Tirkiye destek dike li Helebê dest ji şerê hêzên Kurd berde, wiha dewam kir: “Di çarçoveya lihevkirina Rûsya-DYA de ku li tevahî Sûriyeyê rawestandina şer pêşdibîne, em bawer dikin ku wê Artêşa Sûriyeyê ya Azad li bakurê Helebê dest ji şerê Hêzên Kurd berde.”