BI DÎMEN

Gerîlayên HPG’ê Ozer û Kûrûpinar li Den Haag hatin bibîranîn

Gerîlayên HPG’ê Mehmet Şiyar Ozer û Aysel Kûrûpinar li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Di şexsê gerîlayên HPG’ê Mehmet Şiyar Ozer (Xelîl) û Aysel Kûrûpinar (Besê Tolhildan) de ku di şerê li gundê Qindare yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dan, tevahî cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.

Di merasîmê de ku li bajarê Den Haag ê Hollandayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk duh hate lidarxistin, malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û hevrêyên wan ên têkoşînê û Kurdistanî amade bûn.

Di bîranînê de hevalê wan ê têkoşînê Ozgur Yûsûf axivî, diyar kir ku Xelîl li Ewropayê di şertên herî bêderfet de jî serkeftin bi dest xistine, ji bo dilsoziyê mezinkirina berxwedanê anî ziman.

 ‘JI BO CAREKE DIN SOZÊ BIDIN WAN EM LI VIR IN’

Dîsa ji hevrêyên wan ê têkoşînê Ulkem Zeremya ev gotin;

“Em li vir ne tenê ji bo bîranîna wan, li pey wan bigirîn kom bûne. Ji bo careke din sozê bidin wan, soza mezinkirina têkoşînê bidin, armancên wan bigihînin serkeftinê em li hev kom bûne. Hevalê Xelîl şehîdê sêyemîn ê malbatek Bonglanê ye. Sala 2002’yan dema çû çiyayê Kurdistanê dilê wî tijî hezkirina welêt û hêrsa li dijî dijmin bû.”

Zeremya di dewma axaftina xwe de got Besê Tolhildan jî îtîrazî jiyana koleperest a li ser jinê kir û tevlî têkoşîna azadiyê bû û berê xwe çiyayên Kurdistanê.

Di bîranînê de Hevseroka KCDK-E Şemse Altinişik jî destnîşan kir ku wê bi bîranînê şehîdan girêdayî bimînin û têkoşîna wan mezintir bikin.

Li ser navê malbatê Vedat Ozer jî ji bo tevlîbûnê spasiya xwe ji mêvanan re kir, got; “Em ê li ser rêça şehîdên xwe bin.”

Piştî axaftinan pêşandanek televîzyonê çêbû.

Bîranîn, bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

 

...