Li Oslo semînara Projeya Balyozxaneya Cîhana Nû pêk hat

Projeya ku ji aliyê Zîrveya Cîhana Nû bi navê ”The New World Embassy: Rojava” li Oslo 11’ê Îlonê bi semînerekê hate danasîn.

Di semînerê da axaftina destpêkê ji aliyê Marina Otero ji saziya After Belonging Agency ve pêk hat. Piştre li ser navê saziya New World Summit, Jonas Staal li ser naveroka projeyê berfirehî agahî dan û anî ziman ku wan ev proje li Rojava pêk aniye û dixwazin li welatên Ewrûpa jî bidin danasîn.

”The New World Embassy: Rojava”  balyozxaneya bêdewlet temsîl dike, bi rêya amrazên kulturî ji îdealên "demokrasiya  bêdewlet" ji aliyê komên Kurdî yên li herêma xweser a li Rojava, li Bakurê-Suriyeyê pêk hatiye. Balyozxaneya ji aliyê Studio Jonas Staal bi hevkariya Rêveberiya Demokratîk a Xweser a Rojava ve hatiye dîzaynkirin û bi şiklê demî wê li Osloyê bê sazkirin.

Bi rêya civîn û nîqaşên raya giştî, wê ji îdealên siyasî û çandî ya vê herêmê nû ya xweser bêne pêşkêşkirin.

Armanca vê projeyê ew e ku ji nû ve fikirkirina modela bêdewletî ya nûnertiya siyasî bi rêya hunerê, her wiha ji bo tevlîkirina raya giştî li ser îdealên çandî û siyasî ya yekane ku pêşdikeve li herêma şer tê de heye.

Piştre li ser sîstema Konfederalîzma Demokratîk û îdeolojiya vê sîstemê ji aliyê aktîvîstên Kurd Seher Aydar û Nazdar Asaad ve axaftin hatin kirin.

Semîner bi pirs û nîqaşên mêvanan bi dawî bû.

Hate ragihandin ku pêkhateya vê projeyê wê di 26-27 Mijdara  2016’an li navenda şaredariya Osloyê were nîşandan.

...