Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 21. de ye
Greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, ku ji bo Ocalan hatiye destpêkirin di roja 21. de ye.
Greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, ku ji bo Ocalan hatiye destpêkirin di roja 21. de ye.
Greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, ku ji bo Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi rengekî bêdem-bêdorveger hatiye destpêkirin di roja 21. de ye. Li gorî agahiyan, rewşa tenduristiyê ya çalakger Bozo Bacinî îro giran bûye.
Çalakgeran îro ji saziyên Yekîtiya Ewropa (YE), Parlamenta Ewropa (PE) û saziyên din ên navneteweyî re name şandin û agahî dan wan. Çalakgeran her wiha nerazîbûn nîşanî CPT dan, ku bi erka xwe ranabe.
Çalakger wê hewl bidin di nava vê hefteyê de bi Serokên Komên li Parlamenta Ewropayê û Komîsyonên Karên Derve re hevdîtinê bikin. Di van serdanan de wê rewşa Ocalan û mijara statuya Şengalê bên nirxandin.
Çalakgerên greva birçîbûnê ji bo çalakiya 15'ê Îlonê ya li pêşiya Parlamenta Ewropayê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê li gel kirin.