Nûnerên baweriyan: Divê bersivê bidin peyamên Ocalan
Nûnerên baweriyan, piştgirî dan banga Ocalan a têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd.
Nûnerên baweriyan, piştgirî dan banga Ocalan a têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku bi rêya birayê wî Mehmet Ocalan ve hate gihandin, ji aliyê nûnerên baweriyê ve hate piştgirîkirin.
Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan peyama aştiyê şand, piştgiriya ji bo peyama Ocalan ji hêla hemû beşên civakê ve hat destekkirin. Serokê Şaxa Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) ya Stenbolê û Endamê Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Alimên Olî (DÎAYDER) Mele Ekrem Baran, ji hedîseyên Hz.Muhammed mînak da û bal kişand ser girîngiya aştiyê. Baran aşkera kir ku heke di navbera du civakan de şer hebe, bi aştiyê tê çareser kirin û ev tişt got: "Meseleya kurd bi Birêz Ocalan tê çareser kirin."
Baran bang li dewleta tirk jî kir û xwest banga aştiyê ya ji hêla Ocalan ve hatiye kirin bi erênî pêşwazî bike û di navbera gelên kurd û tirk de çareseriyê pêk bîne.
DUZGUN: EM LI GEL AŞTIYEK BI RÛMET IN
Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Bakî Duzgun jî eşkere kir ku peyama Ocalan kurt û bi cewhere û di aliyê aştiyê de gelekî girîng e û wiha axivî: "Cenaze diçin her derê welat. Em naxwazin ev cenaze biçin. Em aligirê aştiyek bi rûmet a gelan in."
Duzgun piştrast kir ku kesên dixwazin şer bi dawî be ew in, lê dewlet di her derfetê de dixwaze şer derxe û bang li dewletê kir ku vegere aştiyek bi rûmet.
FELEKOGLÛ: OCALAN SERWEXTBÛNA XWE ÎSPAT KIR
Serokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Bulent Felekoglû jî da zanîn gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn Ocalan wekî vîna xwe dibînin, ji ber wê bangên Ocalan gelekî girîng in. Felekoglû piştrast kir di pêvajoyeke li dijî gelê Kurd debe pêk tên de, banga Ocalan a sulhê gaveke gelek mezin e û ev tişt anî ziman: "Em wekî gelê li Tirkiyeyê me dît ku Ocalan çiqasî bi serwext tevgeriya."
Felekoglû herî dawî destnîşan kir ku heke dewlet gavan nevêje wê gelên li Tirkiyeyê winda bikin û aşkera kir ku Ocalan aktorê sereke yê aştiyê ye.