'Heta azadiya Rêber Apo, divê em li ser piyan bin'
Çalakgerên ku li Moskowê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin û bang li Kurdan kirin ku têkoşînê geş bikin.
Çalakgerên ku li Moskowê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin û bang li Kurdan kirin ku têkoşînê geş bikin.
Nûnerên saziyên Kurd û Kurdistaniyên ku li paytexa Rûsya Moskowê, li Mala Kurda bi dirûşma ‘’Ji Rêber Apo re azadî ji Kurdistanê re statû’’ ketin greva birçîbûnê, slav dane li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyê welêt di greva birçîbûnê de ne, bang li Kurdan û dostên Kurdan kirin ku li dor greva birçîbûnê bibin xelek û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin.
Çalakgeran diyar kirin di serî de CPT, bêdengiya saziyên navnetewî yên li dijî polîtîkayên Imraliyê yên dewleta Tirk tê wateya piştgiriya jenosîda li ser Kurdan, e şermezar kirin û gotin xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peywireke netewî, exlaqî û mirovî ye. Çalakgeran diyar kirin, Kurd ji pêvajoyeke pir girîng derbas dibin û gotin, ‘’Azadî tenê bi azadiya Rêber Apo pêkan e’’
Çalakgerên di greva birçîbûnê de, çalakiya xwe ji ANF’ê re nirxandin.
AZMANÎ: HÊZÊN NAVNETEWÎ YÊN KU REWŞA RÊBERTIYA ME NABÎNIN HEVKARÊ JENOSÎDÊ NE
Berdevkê Kongreya Êzîdiyên Rûsya, ê ku di grêva birçîbûnê de ye Araf Azmanî, hêzên navnetewî û CPT ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nedîtî ve tên û guh nadin daxwazên Kurdan şermezar kir û got,’’ bêdengmayina li hemberî polîtîkayên faşîst ên Imraliyê, hevparbûna li jenosîda Kurdan e’’
‘CIVAKA ÊZÎDÎ AZADIYA RÊBER APO WEKE AZADIYA XWE DIBÎNE’
Azmanî diyar kir bêdengmayin hêzên navnetewî yên li hemberî tecrîda Rêberê Gelê Kurd weke berdewamiya komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an e û domand: ‘’Em jî weke saziyên Kurd ên li Moskow û Rûsyayê ji bo peywirên xwe yên netewî û exlaqî bi cih bînin me çalakiyeke wiha da destpêkirin. Li Strasboûrgê çalakiya ku ji hêa Meclîsa Êzîdî ve hatî destpêkirin pir watedar e. Hemû Êzîdî divê xwe di vê çalakiyê de bibînin. Ji ber ku Rêber Apo hêviya hemû Kurdan û Êzîdiyan e. Ji bilî felsefe û îdeolojiya Rêber Apo lîder û fikrekî dî nîn e ku ji bo Êzidiya bibe siberoj. Civaka me ya Êzîdî gihaştiye vê hişmendiYê, ev pêşetineke pir baş e.’’
Araf Azmanî got, li dijî poîtîkayên şerê taybet û xapandinên dewleta Tirk divê mirov hişyar be û got, ‘’Êzîdî divê azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe bibîne, dîlbûna Rêber Apo jî divê weke dîlbûna xwe bibîne. Em weke Kurd heya ku azadiya fizîkî ya Rêberê xwe pêk bînin, divê em tim li ser piyan bin.’’
MERÎ KINYAZ: JINÊN KUR BI TÊKOŞÎNA RÊBERPO HATE VÊ REWŞÊ
Hevseroka Yekîtiya Sosyal a Kurd a Navnetewî, çalakgera greva birçîbûnê Merî Kinyaz jî got, ‘’Li Kurdistanê û li Tirkiyê bêyî ku bi Rêber Apo re hevdîtin bibe, tiştekî baş nabe. Divê zûzûka bi Rêber Apo re hevdîtin pêk were. Daxwaza me hebet ne tenê ev e. Em êdî azadiya Rêber Apo dixwazin. Daxwaze herî sereke ya hemû Kurdan ev e. Her Kurd heta ku Rêber Apo azad dibe divê bi awayekî çalak têbikoşe’’
MÎŞA: EM Ê RÊBER APO AZAD BIKIN Û KURDISTANÊ AVA BIKIN
Berdevkê Civaka Êzîdî Andoyê Mîşo, ku yek ji çalakgerê greva birçîbûnê ye got, ‘’ Kurdên li vir belkî ev 200 sal in ji welatê xwe dûr in, lê em girêdayî welatê xwe, Kurdistanê û Rêbertiya xwe ne. Em weke Kurd di pêvajoya man û nemanê de ne. Di serdemeke dîrokî de ne. Ew fersendên me yên ku em bibin xwedan statû û jiyaneke azad pêk hatine. Ez bawer dikim bi hêza têkoşîna 40 salî, wê Rêber Apo azad bike û Kurdistana azad ava bike’’
Mîşa di serî de Rûsya bang li hêzên navnetewî kir ku bihistiyar bin û xwest ku Kurd jî çalakiyên xwe geş bikin.