BI DÎMEN

Li Parîs û Baselê çalakiyên bîranînê

Li Basel û Parîsê kesên ku di demên cihê de, di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. Di bîranînan de peyam hate dayin ku ew ê li têkoşîna şervanan xwedî derbikevin.

Li paytexta Fransayê Parîsê, ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin merasîmeke bibîranînê hate  lidarxistin. Besê Tolhildan (Aysel Kurupinar), Tanya Dogan (Meryem Budak), Adi Ronî (Yusuf Salîn), Kawa Çekdar (Vakkas Tumen), Rêjber Riha (Ferhat Kanar) û Xelîl Jêhat (M. Hişyar Ozer) ku tebaxa 2016’an li Bakurê Kurdistanê û Rojava di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin li Parîsê hatin bibîranîn.

Gelek Kurdistanî tevlî bernameya bîranînê bûn, ya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê pêk hatibû. Di bîranînê de endamê Komîteya Malbatên Şehîdan, malbat û hevalên şervanên ku jiyana xwe ji dest dayin axaftin kirin.

Di axaftinan de wiha hate gotin: ‘’Ew ji bo gelê xwe bûne nemir. Ew rûmeta Kurdan in, em jî ji bo ku bibin layiqê wan divê em ji berê bêhtir bi hedefa wan Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad têbikoşin. Di vê têkoşîna azadiyê de ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî hişmediya paşverû tê dayin, hemû Kurdistaniyên ku li Ewropa dijîn divê li ser piyan bin û li ber xwe bidin. Encex bi bî awayî em dikarin deynê xwe bidin nirxên xwe.’’
Bîranîna bi nîşandana sînevîsyona jiyana şervanan û bi dirûşnên ‘’şehîd namirin’’, ‘’bê serok jiyana nabe’’ bi dawî bû.

BASEL

Li Basela Swîsre gerîla û berxwederên ku di demên cihê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê Mehmet Salih Buyukertaş (Şeran Amara) ku li Geverê jiyana xwe ji dest dabû, Çagdaş Hasdemîr (Delîl Dêrsîm) ku li Ordûyê jiyana xwe ji dest dabû û Adîl Sungur (Lecvan Munzur) û Rohat Tebax (Çekdar Botan) ku li qadên Parastina Medya jiyana xwe ji dest dabûn , bernameyeke bîranîne hate lidarxistin.

Malbatên şervanên ku jiyana xwe ji dest dayin û gelek Kurdistanî tevlî bernameyê bûn. Piştî nîşandana sînevîzyonê malbatan axaftinek kir û gotin ew ê li têkoşîna şervanan xwedî derbikevin.