Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, wê 15'ê Îlonê roja Pêncşemê, li Strasboûrgê bi rengekî girseyî bimeşin. Meş ji aliyê Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) ve tê lidarxistin.
Der barê mijarê de CDK-F daxuyaniyek weşand û got, "Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin, ku di 15'ê Îlonê de ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo bilêv bikin, karên xwe betal bikin û bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibin."
'AKP TINEBÛNÊ LI SER GELÊ ME FERZ DIKE'
CDK-F bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha dewam kir: "Tecrîda giran a li ser Rêberê me, ku ji aliyê dewleta Tirk a mêtînger ve tê meşandin, weke dewama komploya navneteweyî tê meşandin. Di vê pêvajoyê de, ku konsepta înkar û tinekirinê weke plana têkbirinê şênber bûye, vê carê jî li şaredariyan ku vîna bi mîlyonan mirovî ne, qeyûm hatine erkdarkirin. Tecrîda giran a li ser Rêberê me, destpêkirina şerê qirêj, mezinkirina pêla girtinê, rakirina mafê destnedanê yê parlamenterên HDP'ê û tayînkirina qeyûman li rêveberiyên herêmî nîşan didin, bê şerê navbera dewleta Tirk û gelê Kurd di kîjan astê de ye.
Tiştekî ku dewleta AKP'ê bike, nema ye. Kuştinên kiryar nediyar, girtin, îşkence, înfaz, rakirina destnedanê, tayînkirina qeyûman hwd. Ji van zêdetir tiştekî bike nema ye. Tevî van hemûyan jî gelê Kurd li ber xwe dide û serê xwe her bilind e. Wê heta serketinê bi vî rengî li ber xwe bide. Lewma çi ji destê dewleta AKP'ê hatibe, kiriye. Bi berxwedana gelê me ve hatiye ber tinebûnê."
'DI 15'Ê ÎLONÊ DE EM LI STRASBOÛRGÊ BIN'
Di daxuyaniyê de li dijî AKP'ê banga berxwedanê hat kirin û hat gotin, "Berxwedan wê dewleta AKP'ê qels bike û tine bike. Di vê pêvajoya dîrokî de, tevî cihêrengiya ol, ziman, çand û nêrîna siyasî divê em têkoşîneke hevpar bimeşînin û dewleta AKP'ê bavêjin ser sergoyê dîrokê."
CDK-F'ê da xuyakirin, ku ew ê berxwedana xwe ya li Ewropayê geştir bikin û ev bang kir: "Rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê me, wê rewşa tevlîhev û kaosê ya li Rojhilata Navîn bi taybetî ya li Kurdistanê biqedîne. Lewma lazim e em li dora Rêberê xwe bicivin, berxwedana xwe geş bikin, Kurdistanê ji mejiyê mêtînger û faşîst rizgar bikin û azad bikin. Ji bo em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bilêv bikin, pêwîste di 15'ê Îlonê de em li Strasboûrgê bin.
Lazim e ciwan û zarok neçin dibistanê, karker neçin ser karê xwe û ti Kurd li mala xwe rûnenê. Tevahiya gelê me û dostên me yên welatparêz, ji bo roja 15'ê Îlonê daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo bilêv bikin, karên xwe betal bikin û bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibin."