ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kurdistaniyên li Elmanyayê li dijî faşîzma AKP'ê dadikevin kolanan
NAV-DEM'ê ji bo meş û mîtîngên li gelemperiya Elmanyayê li dijî tecrîd, desteserkirina şaredariyan û dagirkeriya AKP'ê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Balûken: Rayedarên Ewropî peyama Ocalan girîng dibînin
Balûken da xuyakirin, ku di hevdîtinên wan ên bi rayedarên KE û PE re, tecrîda li ser Ocalan hatiye nirxandin û diyar kir, rayedarên Ewropî peyama Ocalan girîng dibînin û li benda bersiva hikûmetê ne. -
Alp Altinors hat girtin
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Alp Altinors hat girtin. Hevjîna Altinors û Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Bîrsen Kaya jî hê di binê çavan de ye. -
Ji bo Altinors çalakiya li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Stockholmê
Ji bo Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors bê berdan, li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Stockholmê xwepêşandanek hat lidarxistin. -
Es Slamî ji aliyê mafên mirovan ve Tirkiye rexne kir
Seroka Koma Xebatê ya Windakirinên bi Zorê ya NY Hoûarî Es-Slamî got, "Bi ti hinceteke ewlekariyê, nabe ku mafên mirovan bê binpêkirin" û Tirkiye rexne kir ku binpêkirina mafên mirovan parastibû. -
Balûken li KE û PE hevdîtin kir
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, ku niha li Strasboûrgê ye, li KE û PE hin hevdîtin kir. Balûken têkildarî zextên li ser vîna gelê Kurdistanê agahî da. -
Qalik 'Artêşa Azad' e, dendik DAIŞ e
Beşeke girîng a komên çete, ku Tirkiye wan bi navê 'Artêşa Azad' pêşkêş dike, endamên DAIŞ'ê ne. Dîmen û belgeyên bi dest ketine, nîşan didin ku Tirkiye endamên DAIŞ'ê vedişêre. -
Endamê Meclîsa DBP’ê Bayram Demîrhan hate girtin
Endamê Meclîsa DBP’ê Bayram Demîrhan ji hêla dadgeha li Wanê hate girtin. -
Gerîlaya MLKP’ê Canbay li Sûltangaziyê hate bibîranîn
Meclîsa Jinê ya Sosyalîst û Partiya Sosyalîstên Bindest, ji bo Gerîlaya MLKP’ê Berfû Dîlan Canbay (Arjîn Selçûk) a li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, merasîmek bîranînê li dar xistin, soza şopandina rêça wê dan. -
Malbatên Roboskî li dijî qeyûman nerazîbûn nîşan dan
Malbatên Roboskî di 246. Hefteya Lêgerîna Edaletê de li dijî tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan dan, gotin; “Em ê li ber zextên faşîzan çokan neşkînin.” -
NY: ‘Têkoşîna bi terorê re’ nabe hinceta windakirinan û înfazan
NY, bang li Tirkiyeyê kir ku Hevpeymana Windakirinên Bi Zorê îmze bike, destnîşan kir ku ‘têkoşîna bi terorê re’ nabe hinceta înfazan û windakirinan. -
Jiyana Edîp Solmaz wê îşev di STÊRK TV de were weşandin
Jiyan û têkoşîna Edîp Solmaz ê ku 14’ê Cotmeha 1979’an Serokê Şaredariya Êlihê ku di encama komployekê de hate qetilkirin, wê îşev di belgefilma “Serhildan” a di saet 22:00 STÊRK TV de tê weşadin, derkeve ser ekranan. -
Parastina dewleta Tirk a li NY bi temamî tengezariyek e: ‘Min nekir, PKK’ê kir’
Dewleta Tirk li NY têkîldarî kuştiyên li welêt parastinê bike, lê ket nav hewldanê ku tevahî qetlîamên ku bi xwe pêk aniye bixe sitûyê PKK’ê. -
Li Stenbolê darbeya AKP’ê hate protestokirin: Em ê teslîm nebin!
Girseya di pêşengiya HDP û HDK’ê de li hev kom bû, darbeya AKP/Qesrê ku bi rêka qeyûman dike, protesto kirin. Di çalakiyê de peyam hatin dayîn ku wê berxwedan bê mezinkirin û li ber vê darbeyê çok neyê şikandin, wê xwedî li şaredariyan bê derketin. -
Muslîm: Azadî tenê bi têkoşînê gengaz e
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm di mîtînga Strasboûrgê de axivî û got; “Azadî tenê bi têkoşînê mimkûn e.” -
De Mîstûra: Yek ji xala lihevkirinê gihandina alîkariyê ya herêmane
Nûnerê Taybet ê NY Steffan de Mîstûra, tevî ku li Sûriyeyê agirbest heye, rexne kir ku çima alîkariyên mirovî ji bo Sûriyeyê naçe. -
Balûken: Heta tecrîd hebe, wê têkoşîna me jî bidome
Li bajarê Strasboûrgê, piştî meşê li Place Kleberê mîtîng hat lidarxistin. Balûken li vir axivî û got, "Heta tecrîd hebe, em ê jî têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin." -
Kurdistanî li Strasboûrgê li dijî tecrîdê û faşîzma AKP'ê dimeşin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina pêkanînên faşîst ên rejîma AKP'ê dimeşin. -
Ciwanên Azad ji bo şikandina tecrîdê bang kir
Koordînasyona Ciwanên Azad, li dijî tecrîdê û êrîşên AKP'ê bang li ciwanan kir, ku bi rengekî aktîf tevlî çalakiyan bibin. -
Saziyên Dersîmê zilma dewletê dixin rojeva meclîsê
Saziyên Dersîmê, zilma dewleta Tirk ku di bin navê Rewşa Awarte de li Dersîmê gihîştiye asta herî bilind, dixin rojeva meclîsê. -
Tecrîd û desteserkirina şaredariyan li Awûstûryayê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyan li Viyanayê tecrîda li ser Ocalan û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin û ji Yekîtiya Ewropa û CPT'ê xwestin, ku li dijî tecrîdê bikevin nava tevgerê. -
Kurdistanî li Strasboûrgê li hev dicivin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo meş û mîtînga li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, li hev dicivin. -
'Çalakiyên me wê heta rakirina tecrîdê bidomin'
Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, mîna her hefteyê vê Çarşemê jî li Asmûs Bremer Platz a li bajarê Kîelê li hev civiyan. -
Têkoşîn, têkoşîn, têkoşîn!
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Aştî û çareserî tenê bi têkoşînê pêk tê... Ji bilî têkoşînê kî qala tiştekî din bike, ev yek wê xizmetê ji armancên qirkirin û mêtîngerî re bike." -
Agirbest bi 2 rojên din hat dirêjkirin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner got, agirbesta li Sûriyeyê bi 2 rojên din hatiye dirêjkirin.