Kurdistanî li ber NY’yê ne: Gotin têrê nake, mudaxeleyî Tirkiyê bike
Di rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a NY’yê de binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyê hatin rojevê, Kurdistanî j îli ber NY’yê di çalakiyê de ne.
Di rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a NY’yê de binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyê hatin rojevê, Kurdistanî j îli ber NY’yê di çalakiyê de ne.
Di Rûniştinên Îlonê yên 33. ên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî de, Komîserê Paya Bilind ên Binpêkirina Mafê Mirovan Zeîd Ra’ad Al Hussîn axivî û got, li Tirkiyê agahiyên wiha têne ber destê wan ku dibêjin li Tirkiyê binpêkirina mafê mirovan ên giran pêk tên û daxwaza xwe dubare kiribû ku Tirkiye deriyê xwe ji NY’yê re veke.
Di rûniştinê de dema ku ev diqewimî Kurdistanî û dostên wan li ber NY’yê dest bi çalakiyan kirin. Kurdistaniyên ku bi alayên PKK’ê, KCK’ê û PYD’ê hatin cem hev, diyar kirin divê NY tiştên ku li Tirkiyê têne jiyîn tenê neyîne ser zimên û bikeve nav liv û tevgerê.
DAXWAZ
Kurdistanî dixwazin ku desteserkirina şaredariyên HDP’ê bi dawî bibe, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, Tirkiye di zûtirîn demê de dawî li dagirkeriya Cerablûsê bîne.
Kurdistaniyan xwestin ku NY bi lezgînî li dijî Tirkiyê têkeve nav tevgerê.
Çalakiya Kurdistaniyan bi dirûşmên ‘bijî Serok Apo’’, ‘’NY mudaxeleyî Tirkiyê bike’’ berdewam dike, çalakî wê tevahiya rojê bidome.’’