ANALÎZ

Li vîna xwe xwedî derkeve! -Selahattîn Erdem

Qeyûmên tayînkirî wê nekin şaredariyan û rê nedin ku derkevine kolanan. Wê mamoste û welatparêzên ji kar hatîn avêtin birêxistin bikin û pergala xwe ya alternatîf ya demokratîk saz bikin.

Kurd di her hêlê de xwedî li vîna xwe derdikevin. Di serî de jî li hebûn û vîna xwe ya azadiyê xwedî derdikevin. Ji bo bidawîkirina zext û tecrîda li Îmraliyê, ji bo parçekirin û tinekirina pergala êşkenceyê ya Îmraliyê li her derî û bi gelek rêbazan ve çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Di serî de jin û ciwan tevahiya gel li ser piyan e û ji bo xwedîderketina vîna xwe dimeşin; mîtîng, meş, boykot, şermezarkirin, nobetên azadiyê û grevên birçîbûnê jî di nav de serî li her cure çalakiyê didin.

Li Ewrûpayê greva birçîbûnê ya ji aliyê Meclîsa Şengaliyên Li Derveyê Welat ve hatî destpêkirin, sê hefte li dûv xwe hiştin. Çalakiya greva birçîbûnê ji her aliyê ve tê destekkirin. Çalakî li Ewrûpayê bûye navenda çalakiyên demokratîk yên gel yên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan. Her wiha Kurdên li Ewrûpayê û dostên wan di her warî de pêşengiya çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin. 

Çalakiya bêdem û bêdorveger a li Amedê ya ji bo vekirina deriyên Îmraliyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hefteyekê li dûv xwe hişt. Ev çalakî jî, ji niha ve bûye navenda çalakiyên azadî û demokrasiyê yên li bakurê Kurdistanê. Ji her aliyê mirovên Kurd û hêzên demokratîk çalakgerên greva birçîbûnê kêlîkekê jî bi tenê nahêlin. Çalakgerên greva birçîbûnê ku di nav wan de nûnerên gel yên hilbijartî jî heyîn bi awayekî sift sedem û biryardariya xwe ji raya giştî re radigihînin.

Wisa diyar e wê  çalakiyên greva birçîbûnê yên li bakurê Kurdistanê li her der û deverê belav bibin. Ji zindanên cur bi cur 35 girtî dan xuyakirin ku wê  15 ê Îlonê bi heman mebestê ve dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger a greva birçîbûnê bikin. Wisa xuya ye wê  çalakiyên greva birçîbûnê li tevahiya zindanan belav bibin û veguhêzine çalakiya bi hezaran girtiyan. Di ser de jî, wê  bi Kurdistanê ve jî sinordar nemînin, li gund û bajarên Tirkiyeyê jî belav bibin.

Çawa ku jin û ciwan û tevahiya gelê Kurd û dostên wî serkêşiya xwedîderketina vîna azadiyê dikin, gerîlayê azadiya Kurdistanê jî xwedî li hebûn û azadiya vîna xwe derdikeve. Asta bilind ya çalakiyên li çar hêlên bakurê Kurdistanê darîçav e, li aliyê Tirkiyeyê jî çalakî her diçin berfireh û belav dibin. Her wisa gerîlayên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe dijwartir kirin, dan xuyakirin ku wê  ji bo vê armancê çalakiyên xwe yên fedaiyane hîn dijwartir bikin û ji bilî Rêber Abdullah Ocalan guh nedine ti kesî.

Gelê Kurd li aliyekî çalakiyên xwe yên xwedîderketinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hebûn û vîna azadiya wî ye zêdetir dike û li aliyê din jî xwedî li saziyên xwe yên demokratîk ku ji bo wezîfeyên cur bi cur hatine hilbijartin û bûyîne vîna rêveberiya demokratîk jî derdikeve. Li dijî rêveberiya rewşa awarte û tevahiya êrîşên faşîst yên topyekûn yên AKP ê jî bi qehremanî li ber xwe dide. Her wisa radigihîne ku wê  ji bilî yên hilbijartî û bûyîn vîna gel, ti rêveberiyan nas neke û saziyên xwe jî teslîmê wan neke.

Têkoşîna di vê qadê de herî zêde li ser şaredariyan ku hêmanên herî girîng ên rêveberiyên herêmî ne tê dayîn. Hikûmeta AKP ê ku biryara tayînkirina qeyûman ên li ser şaredariyên DBP ê bi rêbazên sextekarî ji meclîsê vekişand, niha hewl dide ku bi riya rejîma rêveberiya rewşa awarte û bi biryarnameyên derxistî ve daxwaza xwe pêk bîne. Ji niha ve nûçeyên tayînkirina qeyûman ên li ser şaredariyên Farqîn, Sûr û Kopê di çapameniyê de cih digirin û tê diyarkirin ku wê  ev kiryar ji bo tevahiya şaredariyên DBP ê bikevine meriyetê. Wisa jî, tê gotin ku wê  şaredarî ji aliyê dewletê ve bên dagirkirin û teslîmê qeymeqam û waliyan bên kirin.

Her wekî girtina deriyên Îmraliyê, ev êrîşên ku ji aliyê hikûmeta AKP ê ve li ser şaredariyên DBP ê tên kirin jî li cem gelê Kurd bûyîn sedema bertek û hêrsên dijwar. Jixwe ji mêj ve HDP û DBP ê û gelek saziyên din yên Kurdan dabûn xuyakirin ku wê  tayînkirina qeyûman qebûl nekin û li dijî wan li ber xwe bidin. Her wisa daxuyaniyên hevreng li dijî tayînkirina qeyûman her diçin zêdetir dibin. Ev hemû jî dibin sedem ku gelê Kurd bixurice ser kolanan û şaredarî û hevserokên xwe biparêze. Diyar e ku guherîna wezaretiya karên hundir yên hikûmetê ji bo vê kiryarê bûye. Wezîrê karên hundir yê nû jî her wekî Tayip Erdogan û Bînalî Yildirim di heqaret û dijminahiya xwe ya li dijî gelê Kurd de sînoran nas nake. Ev rewş jî diyar dike ku wê  têkoşîna li ser rêveberiyên herêmî bilind bibe û li her deverê belav bibe. Wisa xuya dibe ku wê  berxwedana gelê Kurd ya ji Cizîr û Sûrê dayî despêkirin, niha jî bi xwedîderketina li şaredariyan û rêlibergirtina qeyûmên AKP ê ve berdewam bike.

Ji ber ku êrîşên AKP ê bi şaredariyan ve bisînor nîne, li aliyên din yên jiyanê jî belav in, berxwedana gelê Kurd jî di her hêlên jiyanê de geş dibe. Li cihê ku faşîzma AKP ê çapameniya azad qedexe dike û dixwaze dengên cuda bifetisîne, wisa jî rê li ber hînbûna rastiyê ya gel bigire, çapameniya azad jî li dijî her cure êrîşî bi lehengî li ber xwe dide. Ji bo azadiya agahîgirtinê ya gel pêk bîne, çi pêwîst e, wê dike. Her wisa jî, derewên AKP’ê eşkere dike û gel jî ronî dike.

Êrîşên AKP ê di serî de mamosteyan û wisa jî tevahiya kesên welatparêz û demokrat dike armanc. AKP xwe dispêre rêveberiya rewşa awerta ya qaşo li dijî Fetullahiyan îlan kirî, lê di rastiyê de muxalefetê û yên dijberên AKP ê ne armanc digire. Bi taybetî jî ji bo tesfiyekirina Bizava Azadiyê Ya Kurd her tiştî dike. Bi gotina: Ez li dijî Fetullahiyan têdikoşim - re hewla komkujiya Kurdan dide.

Tayip Erdogan û rêveberiya AKP ê ya niha, bi desteka ji MHP û CHP jî girtîn dixwazin komara têkçûyî li ser bingeha dijberiya Kurdan û li ser xeta netewe dewletê ji nû ve restore bikin. Dixwazin Bakur, Rojava û başûrên Kurdistanê ji nû ve dagir bikin û pergaleke nû ya înkar û îmhayê sazkar bikin. Hewl didin ku Peymana Lozana Duduyan bispêrin guherîna ku li ser bingeha şoreşa azadiyê ya Kurdistanê li Rojhelata Navîn li dar e. Tevahiya hêza Tirkiyeyê û ya dewleta vê gavê di riya qetilkirina Kurdan de û ji bo tinekirina destkeftên wan bi kar tîne. Ji bo vê polîtîkayê bi Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewrûpayê bide qebûlkirin, her tiştî dike. 

Lê pûç û vala ye; AKP çi dike bila bike, ya ku nod û sê sal berê hatî kirin, vê carê wê  nekarîn bi ser bixin. Ev car dewran li aliyê Kurdan e û dawiya dewleta dijmina Kurd ya neteweyî hatiye. Kurdistan guherî ye, Rojhelata Navîn guherî ye. Di encama şerê çarîkek ji sedsalê de di tevahiya cîhana Erebî de guherînên cidî pêkhatine. Li ser vê bingehê, him Kurd û Ereb, him jî hêzên global alîgirê Rojhelata Navîneke nû ne û ji bo wê kar dikin. Her wiha wê  hêza AKP ê û dewleta Tirk têrî parastina netewe dewleta kevin a dijmina Kurdan neke.

AKP çiqas jî xwe bifroşe êdî nikare komkujiya Kurdan bi Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê û bi Rûsyayê bide qebûlkirin. Dîsa wê  nekare Ereban bixe asta civaka nizm û têkiliya demokratîk ya Kurd û Ereban ya geş dibe, wê  bingeha Rojhelata Navîn a demokratîk ya nû pêk bîne. Di serî de Kurdên li Rojava, wisa jî gelên Suriyeyê wê  dagiriya Cerablusê qebûl nekin û wê  leqayê berxedaneke dijwar bibin. Di ser de jî, berxwedana Kurd a her diçe bilind dibe, wê  di nêzîk de, AKP ê û dewleta Tirk bavêje ser sergoya dîrokê. 

Kurdên ku ev çil sal in di bin pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan de hişyar bûyîn, wê  him xwedî li hebûn û vîna azadiya xwe derkevin û him jî bi xwedî derketina li vîna xwe ya rêveberiyên demokratîk ve li dijî her cure êrîşên AKP ê bi qehremanî li ber xwe bidin. Şaredariyên ku rêveberiyên demokratîk yên herêmî ne, teslîmê AKP ê nekin. Qeyûmên tayînkirî wê  nekin şaredariyan û rê nedin ku derkevine kolanan. Wê  mamoste û welatparêzên ji kar hatîn avêtin birêxistin bikin û pergala xwe ya alternatîf ya demokratîk saz bikin.

Roj roja têkoşînê ye, roj roja xwedîderketina li vîna demokratîk e. Yên zanibin li vîna azadiyê xwedî derkevin û li ber xwe bidin, wisa jî wê  mafê jiyana azad ya siberojê jî bi dest bixin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA