Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bi dawî kir

Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê da xuyakirin ku greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 21 rojan dewam kir, piştî daxuyaniya têkîldarî hevdîtin û ewlehiya Ocalan hate bidawîkirin.

Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê da xuyakirin ku greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 21 rojan dewam kir, piştî daxuyaniya têkîldarî hevdîtin û ewlehiya Ocalan hate bidawîkirin.

Piştî daxuyaniya Mehmet Ocalan ê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, têkîldarî greva birçîbûnê ya ku li Dêra  La Très-Sainte-Trinité ya bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ku 23’yê Tebaxê bêdem-bêdorveger destpêkiribû, daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Li ser navê Komîteya Amadekar Sezaî Ûçar axivî, bi bîr xist ku armanca greva wan a birçîbûnê hevdîtina lezgîn a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah û nasîna statuya Şengalê bû. Ûçar bal kişand ser daxuyaniya birayê Ocalan Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku tevahî Kurd û dostên wan li benda vê daxuyaniyê bûn û ji vê dilşad in.

‘EM GIHIŞTIN HEDEFEK XWE; JI BO ŞENGALÊ WÊ XEBAT BIDOMIN’

Sezaî Ûçar got hedefek çalakiya greva birçîbûnê piştî hevdîtinê pêk hatiye, destnîşan kir ku ji bo statuya Şengalê jî wê hevdîtinên cur bi cur bikin.

Ûçar bi lêv kir ku greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ji bo Ocalan hatibû destpêkirin jî mîna ya Amedê îro hatiye bidawîkirin, got wê 15’ê Îlonê bi girseyî tevlî mîtînga li ber Konseya Ewropayê (KE) bibin. Sezaî Ûçar ragihand ku ji bo nasîna statuya Şengalê jî wê xebatên dîplomasiyê hê zêdetir bikin, bal kişand ser girîngiya vê xebatê.

Ûçar dubare kir ku piştî greva birçîbûnê ya 21 rojan agahiya têkîldarî tenduristî û ewlehiya Ocalan ew kêfxweş kirine, diyar kir ku piştî mîtînga 15’ê Îlonê wê çalakger ji Strasboûrgê veqetin.

Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek jî têkîldarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand fikarên bi taybet têkîldarî ewlehiyê, spasiya xwe ji bo tevahî welatparêzên Kurd, saziyan û dostên Ewropayî yên piştgirî dane çalakiyê ragihand.

‘JI BER PIŞTGIRIYA HIKÛMETA ELMAN A JI BO ERDOGAN, EZ ŞERMÊ DIKIM’

Endamê Partiya Çep (Dîe Lînke)  Werner Schmitt û Mûsa Çakmak ê  ji eyaleta Saarland a Elmanyayê ji bo piştgiriya daxuyaniyê hatibûn jî amade bûn. Endamê Meclîsa Şaredariyê ya bajarê Sankt Wendelê Schmîtt wiha axivî; “Ez heyranê van mirovan im. Ev kes ji bo azadî û aştî, ji bo aştî û azadiya tevahî cîhanê têdikoşin.” Bi berdewamî got; “Ji ber hikûmeta Elman destekê dide hikûmeta Erdogan, nirxên rojava difiroşe jî ez şermê dikim.”

BI DIRÛŞMEYAN HATE BIDAWÎKIRIN

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Şengal”, “Bijî Êzidxan” bi dawî bû.

...