NY: Li Tirkiyê bajar û gund hatin kavilkirin

Komîserê Payabilind ê Mafên Mirovan ê NY’yê Al Husseîn diyar kir, li ber destên wan dane hene ku nîşan didin li Kurdistanê binpêkirinên mafê mirovan ên giran hene. Al Husseîn got, wan ji Tirkiyê xwestine ku di zûtirîn demê de deriyê xwe li NY veke.

33. Rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê kir. Komîserê Payabilind ê Mafên Mirovan ê NY'ê Zeîd Al Husseîn di destpêkê de axivî û rexneyên giran li Tirkiyê anî. Al Husseîn diyar kir, ji bo ku Komîseriya Mafê Mirovan bikaribe li binpêkirinên mafên mirovan bikole divê Tirkiye destûrê bide ku ew biçin Tirkiyeyê.

'BAJAR Û GUND HATIN KAVILKIRIN'

Al Huseîn diyar kir, li ber destên wan dane hene, têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên ku li Bakurê Kurdistanê pêk hatine û got, "Rapor û dane têne ber destên me ku hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan sereqet têne binpêkirin. Di nav van de kuştina sivîlan, înfazên bê daraz, koçberkirina bi hejmarên bilind hene. Tim rapor û dane tên ku bajar û gund hatine kavilkirin û şewitandin. Divê pêdiviyên sereke û însanî yên ku ji cihê wan hatine kirin, werin bicihanîn.

'YEKÎNEYEKE TAYBET HATE AVAKIRIN'

Al Husseîn diyar kir, daxwazên wan ên bi mebesta lêkolana van îdîayan ji hêla Tirkiyê ve nehatiye bersivandin û got, ji bo şopandina rewşa li Tirkiyê li Cenevreyê yekîneyeke taybet hatiye avakirin. Al Husseîn diyar kir, Tirkiyê ew bi takekesî vexwendiye û got, ev vexwendin cihê wê nagire ku Komîseriya Mafên Mirovan biçe Başûrê Rojhilat û lêkolînan bike.

Rûniştin heta bi 30’ê Îlonê wê bidomin û binpêkirinên mafê mirovan ên gelek herêmên dinyayê bibin rojev. Di pêvajoya rûniştinê de raportên têkildarî derbirîna azadiyê, înfazên bê daraz, koçberkirina b idarê zorê wê werin xwendin û di vê maweyê de gelek rêxistinên saziyên civakî jî wê raporên xwe bidin Konseyê.