Ji KCD-E’yê banga li dijî darbeyê çalakiyên bê dem

KCD-E’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku li dijî desteserkirina hikûmeta AKP’ê ya şaredariyên Kurdan ên bi dengên bi milyonan hatin hiljartin, bang li hemû dost û Kurdên ku li Ewropa dijîn kir ku dakevin qadan.

Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCD-E) bi rasthatina salvgera darbeya 12’ê Îlonê, li dijî darbeya hikûmeta AKP’ê banga çalakiyên bê dem kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku faşîzma AKP’ê ya ku di pêşengtiya desthilatdariya Erdogan de, polîtîkayên antî-Kurd sînoran nasnake û wiha hate gotin: “Li gel pareleliya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rojava hate dagirkirin, herî dawî jî di bin navê ‘Qeyûmê’ de dest danîn ser şeredariyên meşû yên demokratîk ên Kurdan ê ku bi dengê bi milyonan hatî hilbijartin. Di serî de li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Lice,Gever û Hezexê, bi hezaran sivîl hatin qetilkirin, şerekî topyekûn bajarên Kurdan hilweşandin kirin kavil. Di salvegera 12’ê Îlonê de destdanîna ser şaredariyên Kurdan, li gel hêzên taybet, vê carê bi destê AKP’ê darbe pêk hat, li dijî vê berxwedan mafê herî heq û meşrû ye.”

KCD-E bi bîr xist ku çi li Kurdistan û Tirkiyeyê dost û Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn weke heta niha, ji niha û şûn de jî divê xwedî li vîna xwe derkeve, li dijî qirkirin û faşîzmê li ber xwe bide û têkoşînê bigihîne asta lûtkeyê. 13’ê Îlonê li Ewropayê hemû bajarên Navenda Civaka Demokratîk hene û 17’ê Îlonê jî li Eyaleta Elmanyayê, li cihên din li welatên din jî wê meşên navendî û mîtîng bên lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê 15’ê Îlonê mîtîngek girseyî kû tê plankirin ku ji hemû bajarên Ewropayê beşdar bibin wê li pêşiya avahiya Konseya Ewropa ya Strasboûrgê bê lidarxistin. Her wiha hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de di serî de li çalakiyên Strasboûgr û çalakiyên girseyî wê li dijî faşîzma AKP’ê bertek bên nîşandan. KCD-E di serî de bang li Gelê Kurd,dostên demokrat, çepgir, Sosyalîs, Ronakbîr, şoreşger, Elewî, Êzidî, Misilman û baweriyên cûda kir ku beşdarî çalakiyê bibin û li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin.

Herî dawî di daxuyaniyê banga li dijî dagirkirina Rojava û bi qeyûman desteserkirina şeredariyên Kurdan hemû hêz û saziyên demokratî di serî de li Tirkiye, Konseya Ewropa, Yekîtiya Eworpa û Neteweyên Yekbûyî li dijî faşzîma di pêşengtiya Erdogan de bi lezgîn bikevin nava tevgerê hate kirin.