HDK'ê destek da peyama Ocalan: Em xwedî lê derkevin

HDK'ê destek da peyama Ocalan û bang kir ku her kes li dora bernameya siberoja demokratîk li hev bicivin.

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah a duh li Amedê hat ragihandin, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê demê de ku şîdet û zexteke giran li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê tê kirin, pêkhatina vê hevdîtinê dikare bi serê xwe weke mesajekê bê dîtin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji hevdîtina navbera du birayan ev mesaj li cîhanê belav bû: 'Çareseriya demokratîk-siyasî wê vî şerê dawî li jiyana ciwanên me tîne biqedîne, ne teslîmiyet. Ez dilsozê xeta xwe ya sala 2013'an me'.

'EM LI DORA BERNAMEYA SIBEROJA DEMOKRATÎK LI HEV BICIVIN'

Di daxuyaniyê de bang li hêzên demokrasî û azadiyê yên li Tirkiyeyê hat kirin, ku xwedî li banga 'çareseriya bi siyaseta demokratîk' a pirsgirêka Kurd derkevin, ku ji aliyê Ocalan ve hatiye kirin. Her wiha ji hêzên demokrasiyê hat xwestin, ku zextê li hikûmetê bikin, ji bo şer bi muzakereyê çareser bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, bindestan, xizan, karker, ciwan, jin, rewşenbîr, zanyar, parêzvanên mafên mirovan û yên ji bo aştî, azadî, wekhevî û edaletê têdikoşin dikin, ku pêşniyara 'xweseriya demokratîk-komara demokratîk' a Birêz Ocalan ji nû ve binirxînin û li dora bernameyeke siberoja demokratîk li hev bicivin."