KCDK-E: Bila cejn bibe wesîle ji piştgirî û parvekirinê re

KCDK-E Cejna Qurbanê li gel pîroz kir, li dijî êrîşên AKP'ê banga geşkirina berxwedanê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Erdogan û hikûmeta AKP'ê ku ol kirine amûrekî ji bo armancên xwe, li Kurdistanê komkujiyan dikin û hewl didin gelê Kurd û hemû mûxalîfên Tirkiyeyî bêdeng bikin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bibîrxistin.

KCDK-E bibîr xist, ku AKP'ê beriya cejnê êrîşî vîna gel kir, qeyûm li şaredariyan tayîn kir û bang li gel kir, ku xwedî li şaredariyên xwe derkeve.

'TI NÊZ NIKARE BERXWEDANA ME BIŞIKÎNE'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tayînkirina qeyûman tê wateya desteserkirina vîna gel. Divê her kes zanibe, ti hêz nikare berxwedan û meşa azadiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd bişikîne. Ev berxwedana bi Hayrî û Kemalan destpê kir, bi Mehmet Tûnç û Asya Yukselan gihîşt asteke nû û wê jiyaneke hevpar a azad û wekhev a hemû bawerî û nasnameyan ava bike."

KCDK-E diyar kir, ku bi wesîleya cejnê divê gelê li bajarên berxwedanê yên qada xwerêveberiyê bên ziyaretkirin û bi ruhekî yekîtiya neteweyî xwedî li wan bê derketin.

Bi hêviya aştî, azadî, wekhevî, biratî, demokrasî û edaletê KCDK-E cejna Qurbanê li gelê Kurd û tevahiya mirovên mezlûm pîroz kir û got, "Em hêvîdar in ev cejn wê bibe wesîle ji xurtkirina parvekirin û piştgiriyê."