'Çalakiyên me yên ji bo azadiya Rêber Apo û statuya Kurdistanê wê bidomin'
Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Moskowayê, hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin nirxandin û gotin, "Ev gav encama berxwedana gel û gerîla ye. Em kêfxweş in, lê têkoşîna me wê bidome."
ANF
MOSKOWA
sêşem, 13 rezberê 2016, 11:32
Kurdistaniyên bi şiyara "Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu' li Mala Kurdan a li paytexta Rûsya Moskowayê dest bi greva birçîbûnê kirin, hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nirxandin. Çalakgeran dan xuyakirin, ku pêkhatina hevdîtinê ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye û gotin, "Hevdîtina bi Rêber Apo re hat kirin, encama berxwedana gel û gerîla ye."
KÛRT: ARMANCA AZADIYA RÊBER APO YE
Ji çalakgeran Suleyman Kûrt got, "Berxwedana greva birçîbûnê, çalakiyên gerîla û xwedîderketina gelê Kurd li Rêberê xwe, dewleta Tirk neçar hişt ku bihêle Mehmet Ocalan biçe Îmraliylê. Yek ji daxwazên me agahîgirtina ji Rêberê me bû. Ev pêk hat, lewma em gelekî kêfxweş in. Hevdîtin gaveke erênî ye, lê têrê nake. Armanca me azadiya Rêber Apo ye."
SERHEDÎ: DIVÊ EM BERXWEDANA XWE YA LI DIJÎ ZILMÊ LI HER BAJAR Û KOLANAN BELAV BIKIN
Çalakgerekî din Zulfîkar Serhedî jî diyar kir, îşkenceya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike û got, "Hevdîtin hat kirin, lê tecrîda li ser Rêber Apo, konsepta qirkirin, serî tewandin, înkar û tinekirinê ya li dijî gelê Kurd tê meşandin, dewam dikin. Herî dawî şaredarî desteser kirin û bi vî rengî dixwazin vîna Kurdan tine bihesibînin. Em ê weke gel li dijî vê zilmê li ber xwe bidin. Divê em berxwedana xwe li her bajar û kolanan belav bikin."
HARAN: HETA KU ZILM NEQEDE, WÊ BERXWEDAN HER MEZIN BIBE
Ji çalakgerên greva birçîbûnê Cevat Haran jî got, "êrîşkarî û barbariya dewleta Tirk hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li Rojavayê Kurdistanê dewam dike" û destnîşan kir, gelê Kurd û hêzên rêxistinbûyî wê berxwedana xwe ya li dijî vê yekê mezin bikin. Haran di dewama axaftina xwe de got, "Dibe ku em çalakiyên greva birçîbûnê diqedînin, lê belê têkoşîna me ya ji bo 'Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re' wê bi çalakiyên cuda bidome. Divê dewleta Tirk pê zanibe, ku Kurd gihîştine asteke welê, êdî kes nikare bixapîne. Em Kurd dixwazin, Rêberê me azad bibe û ji bo çareseriya pirsgirêkê ji nû ve mûxatab bê dîtin. Heta ku êrîşên înkar, tinekirin û qirkirinê yên dewleta Tirk bidome û dest ji van polîtîkayan bernede, berxwedana me ya Kurdan wê her mezin bibe."
Piştî daxuyaniyên li Amed û Strasboûrgê yên li ser qedandina grevên birçîbûnê, çalakgerên li Komara Xweser a Adigeyê û paytext Moskowayê, çalakiyên xwe yên greva birçîbûnê qedandin.