Komên PE: Divê li dijî Tirkiyeyê êdî hewldanên ber bi çav werin kirin

Komên Parlamentoya Ewropayê bertek nîşanî binpêkirina mafên mirovan ên giran ên li Tirkiyêtên kirin nîşan da û got: ‘’Divê hewldanên berbiçav werin kirin’’

Serokê Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê (PA) Goanî Pîttela daxuyaniyeke çapemeniyê da.

 Pîtella diyar kir, ‘’Tiştên ku li Tirkiyê pêk tên ti têkiliya xwe bi dewleta hiqûqê û demokrasiyê re nîn in’’ û wiha pê de çû: ‘’Li dijî yên ku ketine nav hewldana darbeyê desthilatdarî dikare tevdîran bistîne lê pêleke wiha ya zext û girtinan destpêkiriye, li hemberî muxalîfan û kesên heq dixwazin, kirinên wiha hene ku ti eleqeya wan bi dewleta hiqûqê, demokrasî û mafên mirovan re nîn in. Ev rewş wiha bidome Tirkiye wê ber bi kû ve biçe em nizanin lê bila serbestiya vîzeyê ji bîr bikin!’’

 ‘DIVÊ TIRKIYE DEV JÊ BIQERE’

Hevseroka Koma Keskan a PA’yê Rebecca Harms jî di daxuyaniyê de got: ‘’Me ji Tirkiyê hêvî dikir ku di mijarên hiqûq, demokratîkbûn û meseleya Kurd de çareserî pêk werin lê em bi rewşeke wiha re hevrû bûne ku siyasetvanên Kurd, hilbijartî, rojnamevan, rewşenbîr, bi deh hezaran kes têne girtin û muxalîf têne pirnisandin. Ev nayê qebûlkirin.’’

Koma Çepgir a PA’yê jî wiha anî ziman: ‘’Desthilatdariya Tirk divê êdî dev ji girtina bi şaredariyan, rojnamevan û bi hezaran memûr û muxalîfan biqere.’’ Di daxuyaniyê de hate xwestin ku Tirkiye ji stratejiya şer a li dijî Kurdan ku li Rojava û bi PKK’ê re biqere û hate xwestin ku Yekitiya Ewropa di van mijaran de gavên berbiçav bavêje.

YE WÊ LI SER TIRKIYÊ BAXIVE

Cîgirê Serokê Komîsyona Organên Îcrayê (ku di pozîsyona hikûmeta Yekîtiya Ewropayê de ye) û Nûnerê Payabilid ê Berpirsê Karê Derve Federîca Mogharînî îşev wê xîtabî lîjneya giştî ya PA’yê bike. Tê payin ku Mogharînî li ser rewşa dawî ya Tirkiyê helwesta Yekitiya Ewropa diyar bike û polîtîkayên ku wê pêk bînin hişkere bike.