Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan têkildarî desteserkirina şaredariyên DBP'yî de got, "Yên ku hewl didin bi zorê dest deynin ser şaredariyên gel, divê zanibin ku bi qasî tundiya bi kar tînin, ew jî di hedefa tundiyê de ne."
Kalkan bû mêvanê bernameyeke MED NÛÇE û rojev nirxand.
'KOMKUJIYÊN LI CIZÎR Û SÛRÊ ÇI BIN, DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN JÎ HEMAN TIŞT E'
Dûran Kalkan bal kişand ser hin şaredariyên gelê Kurd ên ji aliyê AKP'ê ve hatine desteserkirin û got, "Rêveberiyên HDP, DBP û şaredariyan di vî warî de daxuyanî dan, helwesta xwe eşkere kirin. Em tevlî nêrîna wan dibin. Tevgera me jî helwesta xwe bi zelalî raxist pêş çavan. Ti aliyekî vê yê bê qebûlkirin nîne. Ev êrîş, parçeyekî girîng ê êrîşên qirkirinê ye. Komkujiyên li Cizîr û Sûrê çi bin, êrîşên ji bo desteserkirina şaredariyan jî heman tişt e."
Kalkan da xuyakirin, ku şaredarî parçeyekî girîng ê rêveberiyên herêmî yên demokratîk in û diyar kir, sîstema faşîst ji bo demokrasiya herêmî tine bike, êrîş dike. Kalkan destnîşan kir, ku ev êrîşên bingeha xwe ya hiqûqî nînin, parçeyê bingehîn ê êrîşa şerê taybet ê topyekûn e ku ji bo bicihanîna qirkirina Kurdan di çarçoveya plana darbeya Rewşa Awarte de tê meşandin.
'YÊN TUNDIYÊ BI KAR TÎNIN, WÊ BIBIN HEDEFA TUNDIYÊ'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser girîngiya berxwedana li dijî vê êrîşê û wiha dewam kir: "Gerîla wê li ber xwe bide! Yên tevlî vî karî bûne bila zanibin; ew di hedefê de ne! Yên ku li şûna şaredariyên gel ên hatine hilbijartin ji aliyê Suleyman Soylû ve hatine tayînkirin, bila zanibin; bi qasî tundiya ew bi kar tînin, di hedefa tundiyê de ne.
Bêguman divê gel, hevşaredar û xebatkar li ber xwe bidin. Bila gel ber bi şaredariyan ve biherike, dor li şaredariyan bigire. Divê ji aliyê hezaran, deh hezaran mirovî ve dîwarên zindî li dora şaredariyan bên lêkirin. Vîna siyasî li wir tê temsîlkirin. Eger em ê xwedî li demokrasiyê derkevin, em ê vîna xwe ya demokratîk biparêzin, hingî divê em zanibin ku vîna xwerêveberiya demokratîk li wir e. Pêwîste xwedî li vîna hatiye hilbijartin were derketin.'
'DEM DEMA XWEDÎDERKETINA LI VÎNA XWE YE'
Dûran Kalkan da xuyakirin, ku dem dema xwedîderketina li vînê ye û got, "Li Îmraliyê vîna neteweyî heye û divê mirov xwedî lê derkevin. Şaredarî jî vîna herêmî temsîl dikin. Bi darbeya Rewşa Awarte re êrîş li vîna neteweyî û vîna xwerêveberî ya demokratîk tê kirin. Ji ber vê yekê, divê gel û hêzên demokratîk ji bo parastin û xwedîderketina li vê vînê, li ber xwe bidin. Şert e ev êrîş werin şikandin.
Roj roja berxwedanê ye. Darbeyên faşîst ên leşkerî û sivîl di zikhev de ne, bi hev re tên kirin. Ji bo şikandina êrîşa vê gurûha faşîst, berxwedan şert e. Li ser vê bingehê, nabe ku berxwedan bê qelskirin. Di vî warî de lazim e dudilî nebe. Heta dawiyê divê bi biryardarî bimeşe."
'SÎSTEMA LI PÊŞBERÎ ME TÊK ÇÛYE'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser şerê dewleta Tirk bi dijwarî li Kurdistanê dimeşîne û ev nirxandin kir:
"Sîstema li pêşberî me hilweşiya ye. Ji ber vê yekê, eger êrîş di asta herî bilind de neyê koordînekirin, nikarin werin meşandin. Yanî êrîş yekser ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî, Fermandarê Hêzên Bejahî, Fermandarê Jendermeyan, Serokwezîr an jî Serokkomar ve tên meşandin. Bêhiqûqî jî dane pêş çavên xwe û her tiştî dikin. Weke rêxistineke çete, zordar û terorê êrîş dikin. Ev êrîş li gotina terora dewletê tê.
Tevî vê êrîşkarî, bêqanûnî û qetlîamkeriyê jî, nikarin li ser piyan bisekinin. Ne tenê fermandarê li Çelê, Bînalî Yildirim bi xwe jî got 'ya serxwebûn ya mirin'. Yanî li ber mirinê ne û hewl didin vê sîstema li ber mirinê rizgar bikin."
Kalkan anî ziman, ku dewlet bi qetilkirina yê li dijî xwe hewl dide li ser piyan bimîne û got, "Naxwe ew qediya ye. Di vî şerî de ketine rewşeke bi vî rengî. Wê nikaribin vê sîstema zilmê ya faşîst bi rê ve bibin û bi temamî hilweşin. Çareya bi tenê ya di destê wan de ma ye, komkujî ye. Lewma dibêjin 'man û nemanê'. Jê heye ku eger yê li dijî xwe bikuj e wê sax bimîne."
'MEJIYÊ AKP/RÊVEBERIYA TC DIJMINÊ KURDAN E'
Der barê êrîşên AKP'ê û rêveberiya TC ên li dijî Rojavayê Kurdistanê, Kalkan got, "Zîhniyeta siyaseta rêveberiya AKP/TC, dijminatiya li Kurdan e. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Rojava jî, li Başûr jî, li Rojhilat jî li dijî Kurdan e. Bi Barzanî re hevdîtinê dikin, lê ev nayê wê wateyê ku Kurdîtiya li Başûr qebûl dikin. Dixwazin bi vî rengî wê derê kontrol bikin. Dixwazin Kurd hemû mîna wan be. PKK yekane tevgere ku li dijî vê zîhniyeta TC li ber xwe dide. Li zîndanê ji Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan re gotin 'bi vî rengî bin', lê PKK'ê ev red kir û li ber xwe da. Li Rojava jî li dijî vê li ber xwe dide."
BERXWEDANA SÛRÊ BERXWEDANA QEHREMANIYÊ BÛ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, li ser berxwedana Sûrê ku rojnivîskên wê tên weşandin, ev nirxandin kir:
"Berxwedana Sûrê berxwedana qehremaniyê bû. Li Cizîrê dest pê kir û li gelek qadan belav bû. Piştre dema ku dewletê êrîş ji polîsa dewrî artêşê kir, tang ketin bajêr qadên rêxistinbûyî li ber xwe dan. Ji bo berxwedanê hêz û hişmendî lazim e. Ev jî rêxistin e, tu çi qasî bi rêxistin bibî ew qasî dikarî ber xwe bidî. Cizîrê û Sûrê pêşengtî ji berxwedanê re kirin. Ev berxwedan di rastiya xwe de dastanên berxwedanê bûn. Ê ku berxwedana Sûrê dayî destpêkirin jineke Cizîrî ye; Berfîn Cîzre. Piştî wê jî fermandarî pêk tê. Di serî de Fermandar Çiyager gelek fermandar pêk tên. Dijwarî afirîneriyê bi xwe re tînin. Bes e ku mirov tehf bidin da ku hin tişt werin kirin.
Hê li Sûrê dema ku berxwedan dom dikir, şibandina Komuna Parîsê. Piştî roja 72’yan daxuyaniyek ji Sûrê hat: 'Me daye pêşiya Komuna Parîsê. Em di rewşeke hêzê ya wiha de ne ku li hemberî dorpêçê di berxwedana parastinê ya herî domdirêj de ne.’’ Dişibînin 300 Spartayiyan. Ne 300 kes jî bûn, hê kêmtir bûn, li hemberî hêza êrîşkar a barbar, herî faşîst a serdema me ku teknîka herî pêşketî bi kar tine, berxwedaneke mezin a lehengiyê pêk anîn.
Berdevkê wan bû Çiyager û got : 'Dawiya wê, wê mihteşem be'"
'JI VIR WÊ SERKETIN DERBIKEVE'
Li ser wateya vê hevokê Kalkan got, "Ji vir wê serketin derbikeve! Ev, baweriya mezin a bi serketinê ye. Ew nebe jixwe berxwedan nedibû. Ew gotin baweriya bi berxwedana 14’ê Tîrmehê ye. Pratîkbûna gotina Kemal Pîr e ku digot, 'ez di vê tevgerê de serketinê dibînim' Mehmet Tûnc got, '’mirov sibe wê bi me şanaz bibin' Ev rih û gewdebûna wê hiş û vîneke mezin e.
Divê ev mirov baş werin fêhmkirin û vegotin. Divê civaka Kurd, ciwanên wê, jinên wê bi vî rih û hişî werin perwerdekirin. Kurdê azad jî wê bi vî hişî çêbibe. Divê em vê veguhezînin mirovahiyê jî, hem her kes bila jê sûd werbigire û hem jî fêhm bike bê ka rastiya Kurd çiye. Bila bibînin bê ka têkoşîna ku li Kurdistanê derketî holê, tê meşandin rih û vîneke çawa diafirîne, rastiyeke çawa ya mirovî derdixîne hoê. Ew rastiyên wiha ne ku têne jiyîn. Ne mirin, berovajî vê rastiyên wiyên ku di têkoşîna hebûn û azadiyê ya Kurdan de yên zindî ne, dijîn û didin jiyîn. Di Kurdistana azad de ew ê heta dawî bijîn."