Li Arnhemê protestoya qeyûm û tecrîdê
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP’ê bi çalakiyekî bêîtîhatiya sîvîl hate protestokirin.
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP’ê bi çalakiyekî bêîtîhatiya sîvîl hate protestokirin.
Dewleta Tirk a ku bi qeyûman darbeyê dike li Ewropa bi çalakiyan tê protestokirin. Li bajarê Arnhem ê Hollandayê bi beşdariya 50 kesan tecrîd û qeyûm hate protestokirin.
Çalakiya ku li pêşiya şaredariya Arnhemê hate lidarxistin siyasetmedarê Kurd Firat Baz li vir axaftinek kir. Baz bal kişand ser polîtîkayên şer û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên di demê dawî de li ser Kurdan. Piştî axaftinan dosyayek pêşkêşî Serokê Şaredariya Arnhemê kirin.