Komîteya Baweriyan a Mezopotamyayê 15’ê Îlonê wê li Strasboûrgê be

Komîteya Baweriyan a Mezopotamyayê banga tevlêbûnê li çalakiya Strasboûrgê ya 15’ê Îlonê kir.

Komîteya Baweriyan a Mezopotamyayê têkildarî çalakiya Straboûrgê ya ku wê 15’ê Îlonê pêk were, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin polîtîkayên qirker ên li ser Kurd, Elewî, Êzîdiyan bi destê AKP’ê berdewam dikin û hewl tê dayin ku hewldana darbeyê veguherînin fersendekê. Têkildarî desteserkirina şaredariyan jî hate gotin, ‘’li gel hemû zext û zordariyan li her qadê ku têkoşîn were dayin, mirov dikare li dij van zextan raweste.’’

Komîteya Baweriyan a Mezopotamyayê têkildarî çalakiya 15’ê Îlonê ya ku wê li Strasboûrgê daxuyaniyek nivîskî da û got, ‘’Wekî parçeyek ji têkoşînê divê hemû Elewî, Misilman, Xiristiyan, Êzîdî tevlî çalakiya 15’ê Îlonê ya li Strasboûrgê ya li ber Parlementoya Ewropa bibin û li dijî vê pergala fasît, qirker rawestin. Li her deverê divê têkoşîn were geşkirin.