ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Em bi erka xwe ya mirovahiyê radibin'
Hasan Karakoç birayê Ridvan Karakoç ê di binê çavan de hat windakirin, da xuyakirin ku weke xizmên windayan ew her Şemiyê li Galatasarayê bi erka xwe ya mirovahiyê radibin. Karakoç bang li her kesî kir ku di kombûna hefteya 600. de amade bin. -
Mehmet Altan hat girtin
Ji malbata Altan Prof. Dr. Mehmet Altan ê berî 12 rojan hat binçavkirin, hat girtin. Rojnamevan-nivîskar Ahmet Altan jî serbest hat berdan. -
Ahmet û Mehmet Altan piştî 11 rojan li edliyeyê ne
Rojnameger-Nivîskar Ahmet Altan li gel Prof. Dr. Mehmet Altan, piştî binçavkirina 11 rojan û şûn de sewqî Saraya Edliyeya Stenbol a Çaglayanê hatin kirin. -
Endamê MYK yê DBP’ê Halîl Aksoy hate girtin
Parlementerê berê yê HDP’ê û Endamê MYK yê DBP’ê Halîl Aksoy hate girtin. -
Ji bo îfadeyê bang li hevserok û wekîlên HDP’ê kirin
Dozgeriya Komarê ya Wanê bang li 8 wekîlên HDP’ê kir, ku îfadeyê bidin. -
Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan stand hate vekirin
Li paytext Stockholm a Swîsreyê komek Kurdistanî, bi daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Mynttorget a li nêzî avahiya parlementoyê stand vedan. -
Li Stenbol bi ser 21 navnîşanan de girtin: 15 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên li ser 10 navçeyên Stenbolê de herî kên 15 kes hatin binçavkirin. -
Darbeya AKP'ê dewam dike: Doz li Yuksekdag hat vekirin
Dadgeriya Tirk doz li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag vekir. -
Encamên civîna 9'an a Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş hatin eşkerekirin
Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku wan civîna xwe ya 9'an li Brukselê pêk anîne û bi berfirehî rewşa li Bakurê Kurdistanê nîqaş kirin. -
HDP'ê ji bo akademîsyen û mamosteyan name ji saziyên navneteweyî re şand
HDP'ê ji bo akademîsyen û mamosteyên ji kar hatin derxistin, ji nûnerên saziyên navneteweyî re name şand. Di nameyê de banga piştgiriyê hat kirin. -
Medîco: Leşkerên Tirk dest datînin ser malzemeyan û li ser navê xwe belav dikin
Xebatkarê Medîco Înternatîonal Thomas Seîbert da xuyakirin, ku leşkerên Tirk malzemeyên alîkariyê yên desteser kirine, di bi navê 'alîkariya leşkeriyê' de belav dikin. -
Nûnerên civaka Kurd a li Danîmarkayê bi Rêxistina Efûyê re rûniştin
Heyetek ji nûnerên saziyên Kurd ên li Danîmarkayê, bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hevdîtinek pêk anî. -
Desteserkirina şaredariyan li Ûppsalayê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Ûppsala yê Swêdê dijîn, desteserkirina 24 şaredariyên Kurdan û girtina Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors şermezar kirin. -
DDB'ê daxwaza ji nû ve lêpirsîna îşkenceya li binê çavan kir
Biryara 'pêwîstî bi şopandinê nîne' ya têkildarî lêpirsîna Huseyîn Kaya, ku li Îzmîrê di binê çavan de îşkence lê hat kirin, ji aliyê DDB ve hat betalkirin û hikum hat dayîn ku dosya ji nû ve were vekirin. -
Xaziyên Pirsûsê ji bo piştgiriyê wê biçin Şirnexê
Xaziyê Pirsûsê Yasîn Can da xuyakirin, ku ji bo piştgiriyê bidin gelê Şirnexê wê di meha Cotmehê de bi rê bikevin û got, "Em ê pira piştgiriyê ya bi komkujiya Pirsûsê re hat bombekirin, li Şirnexê ji nû ve ava bikin." -
Sariyildiz vê carê li pêşiya NY bang kir: Kurd nirxên mirovatiyê diparzin ya hûn?
Sariyildiz ê ku duh di 33. Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yî de bang kir, îro li pêşiya NY axivî. Sariyildiz qetlîamên li Kurdistanê tên jiyîn bi bîr xist û wiha got: “Kurd berdêlan dide û nirxên mirovatiyê diparêzin ya hûn? -
Hevşeredarên Hezexê ji peywirê hatin dûrxistin
Hevşaredarên Hezexê Mehmet Mûhdî Aslan û Nevîn Girasûn a ku niha girtiye, ji aliyê Wezîrê Karê Hindir ve ji peywirê hatin dûrxistin. -
Jinên endamên TJK-E yên Marsîlya û Marîgnane Nobeda Azadiyê didomînin
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropa bê navber didome di hefteya 220’emîn de ye, vê hefteyê jinên TJK-E’yî yên ji Marsîlya û Marîgnane hatî çalakî dewir girtin. -
Xelatên Nûçegihaniyê ji bo nûçe û wêneyên xwerêveberiyê
Xwediyên Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad a Nûçegihaniyê diyar bûn. Berhemên ku xelat girin nûçe,dîmen û wêneyên berxwedana xwerêveberiyê ne. -
Li Atînayê li dijî qeyûman çalakiya nobedê ya bê dem
Ji bo li dijî hewldanên hikûmeta AKP’ê ya ku li Kurdistanê pêk tîne, li Atînayê çalakiya nobedê ya bê dem hate destpêkirin. -
Parêzeran ji ber desteserkirina şaredariyan serî li Neteweyên Yekbûyî dan
Parêzerên MHD’ê û OHD’ê piştî ku AKP’ê şaredariyên DBP’ê desteser kirin serî li Neteweyên Yekbûyî dan. Di serlêdanê de hate gotin desteserkirin li dijî peymanên navnetewî ye û hate xwestin ku bikevin nav tevgerê. -
Şahidê Cizîrê: Dewlet tevî çekên xwe yên giran li Cizîrê têk çû
Ji şahidên komkujiya li Cizîrê Metîn Findik got, dewlet niha hewl dide şahidan ji holê rake. Findik diyar kir, ku ew amade li her cihî qala vê komkujiyê bike. -
Doza li dijî piştevanên Ozgur Gundemê taloq bû
Doza li Ayşe Duzkan û Ragip Dûran hat vekirin, ji bo 15'ê Kanûnê hat taloqkirin. Duzkan û Dûran ji ber ku piştgirî dan rojnameya Ozgur Gundemê tên darizandin. -
Tecrîd û desteserkirina şaredariyan li Parîsê hatin şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê, li paytexta Fransa Parîsê bi çalakiya rûniştinê hatin şermezarkirin. -
Peyama Ocalan wê li Ewropayê di panelan de bê nirxandin
Li gelek welatên Ewropayê wê panel bên lidarxistin û peyama dawî û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên nirxandin.