BI DÎMEN

Desteserkirina Şaredariyên Kurdan li Fransayê hat şermezarkirin

Desteserkirina Şaredariyên li Bakurê Kurdistanê, li Fransayê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

Desteserkirina Şaredariyên li Bakurê Kurdistanê, li Fransayê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

PARÎS-NORMANDÎA 

Bi pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd ên Parîs û Normandîa, li ber dêra Notre Dame çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Kurdistan li dijî despot Erdogan li ber xwe dide" hat vekirin. Çalakgeran dowîzên "Stop Erdogan" hildan û desteserkirina şaredariyan, tecrîda li Îmraliyê û dagirkirina Cerablûsê şermezar kirin. Bi vê armancê belavok hatin belavkirin.

VÎLLÎERS LE BEL

Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîllîers Le Bel, têkildarî desteserkirina Şaredariyên Kurd û êrîşên qirkirinê, bi rayedarên şaredariyên Sarcelles, Goness, Arnovîlle û Vîllîers Le Bel re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de dosyayên li ser rewşa li Kurdistanê hatin pêşkêşkirin.

...