BI DÎMEN

Desteserkirina Şaredariyan li Ewropayê hat şermezarkirin

Desteserkirina 24 şaredariyên Kurdan, ku AKP'ê bi rêya qeyûman dest danî ser, li Ewropayê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Desteserkirina 24 şaredariyên Kurdan, ku AKP'ê bi rêya qeyûman dest danî ser, li Ewropayê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

ZURÎCH

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Zurîch ê Swîsreyê dijîn, desteserkirina şaredariyên Kurdistanê, ku çeteyên AKP/Qesrê bi zorê dest danîn ser, şermezar kirin.

Çalakiya protestoyî danê êvarê li ber Konsolosxaneya TC a li Zurîchê pêk hat. Tevî nûnerên DEM-KURD, Meclîsa Jinê ya Bêrîtan, ÎDÎF, ÎTÎF, KKP, PYD û Yekîtiya Asûrî-Suryaniyan gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Nûnerên saziyan li vir axivîn û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin. Qisekeran dan xuyakirin, ku ev yek ji nû ve dagirkirina Kurdistanê ye ku ji aliyê Erdogan ve tê kirin û gotin, ew ê li her cihî li dijî vê li ber xwe bidin.

Nûnerê Yekîtiya Asûrî-Suryaniyan got, "Agahiya ku ji Serok Apo hat, kêm be jî em kêfxweş kir. Lê belê ev têrê nake. Heta Serok Apo azad bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Çalakî li dû axaftinan bi qîrîna dirûşme û tilîliyan qediya.

BASEL

Zext û zordariya AKP'ê ku piştî 15'ê Tîrmehê darbeya sivîl kir, li bajarê Basel ê Swîsreyê bi mîtîngekê hat şermezarkirin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinê ya Ronahî, Kurdistanî û dostên wan li ber Parlamenta Kantona Baselê li hev civiyan û desteserkirina şaredariyên Kurdistanê şermezar kirin.

Di çalakiyê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme hatin qîrîn, alên PKK, YPG, YPJ'ê hatin hildan û pankartên bi nivîsa "Dest nede vîna min", "Bimire AKP", "Dîktator Erdogan" hatin vekirin.

Mîtîng piştî xwendina belavoka bi zimanê Elmanî, qediya.

BONN

Desteserkirina şaredariyên Kurdistanê li bajarê Bonn ê Elmanyayê jî hat şermezarkirirn.

Çalakger li ber avahiya saziya çapemeniyê ya Elmanya Deutsche Welle li hev civiyan, wêneyên Ocalan û alên YPG'ê hildan. Çalakgeran bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê.

Di çalakiyê de dirûşma "Dest nede vîna min" hat qîrîn û dosyayek li ser qirkirin, dagirkirina Rojava û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî nûneran hat kirin.

Nûnerên Deutsche Welle jî ragihandin, ku ew ne xerîbê bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne û gotin ew ê vê dosyayê bi hevalên xwe re binirxînin û li gorî wê yekê di bulteneke berfireh de nîşan bidin.

CREÎL

KurdistaniYên li bajarê Creîl ê Fransayê dijîn, ji bo desteserkirina şaredariyên Kurdistanê şermezar bikin meşiyan. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û dirûşmên "Dest nede vîna min", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Komek ji faşîstan xwest meşê provoke bike, lê çalakgeran destûr nedan.

...