Rojnamevan û mamosteyên Swêdî binpêkirinên li Tirkiyeyê nîqaş kirin

Binpêkirina mafên mirovan û azadiya ramanê yên li Tirkiyeyê, di panela bi mijara 'Li Tirkiyeya Erdogan, azadiya ramanê û mafên mirovan a li qada kar" de hatin nîqaşkirin.

Binpêkirina mafên mirovan û azadiya ramanê yên li Tirkiyeyê, di panela bi mijara 'Li Tirkiyeya Erdogan, azadiya ramanê û mafên mirovan a li qada kar" de hatin nîqaşkirin. Panel li Navenda Perwerdeya Kar (ABF) a li paytexta Swêd Stockholmê pêk hat. 

Berpirsyarê Projeya Tirkiyeyê ya Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) Mehmet Koksal bi rêya Skype tevlî panelê bû û bûyerên piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê ragihand. Koksal da xuyakirin, ku Erdogan û hikûmeta AKP'ê ev hewldana darbeyê ji bo bêdengkirna komên mûxalîf bi kar aniye.

LI TIRKIYEYÊ DI ASTEKE BILIND DE MAFÊN MIROVAN TÊN BINPÊKIRIN

Koksal li ser hejmara saziyên medyayê yên hatin girtin û qedexekirin, wezîfedarên ji kar hatin avêtin, rojnamevan û rewşenbîrên hatin girtin agahiyên şênber da û destnîşan kir, ku li Tirkiyeyê di asteke bilind de mafên mirovan û azadiya ramanê tên binpêkirin. Koksal bang li hempîşeyên xwe yên li welatên Ewropayê dijîn kir, ku piştgiriyê bidin rojnamevan û rewşenbîrên girtî.

Di panelê de ku ji aliyê Krîstîna Henschen a ji sendîkaya Unionen ve hat birêvebirin, Serokê Federasyona Rojnamevanên Swêdê Jonas Nordlîng û Seroka Duyemîn a Federasyona Mamosteyan a li Swêdê Marîa Ronn axivîn. Qisekeran zextên li Tirkiyeyê yên li saziyên medyayê û rojnamevanan tên kirin, nirxandin û xebatên xwe yên ji bo destekkirina hempîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê, eşkere kirin.

PIŞTÎ 15'Ê TÎRMEHÊ ZEXT ZÊDE BÛN

Krîstîna Henschen di destpêkê de axivî û anî ziman, binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê, piştî hewldana darbeyê gelekî zêde bû û bi taybetî bal kişand ser zextên li rojnamevan, mamoste, akademîsyen û karkerên cemaweriyê tên kirin. Henschen da zanîn, li Tirkiyeyê 1 federasyonên sendîka hatine girtin, 80 hezar kes ji kar hatine avêtin û got, "Saziyên dewletê û şaredarî forûmann didin xebatkaran û ji wan dipirsin bê kîjan rojnameyê dixwînin yan jî endamên kîjan sendîkayê ne."

HEDEFGIRTINA ROJNAMEVAN Û MAMOSTEYAN RASTHATIN NÎNE

Marîa Ronn da xuyakirin, ku rewşa li Tirkiyeyê ji bo kedkarên perwerdeyê ji beriya darbeyê ne çêtir e û destnîşa kir, ku derxistina ji kar a bi deh hezaran mamosteyan piştî hewldana darbeyê, ew matmayî hiştiye. Ronn fikarên xwe yên li ser rewşê bilêv kir û anî ziman, hedefgirtina rojnamevan û mamosteyan tiştekî rasthatî nîne.

BI BÊDENGKIRINA REWŞENBÎRAN RE PEYAM JI CIWANAN RE TÊ DAYÎN

Ronn da zanîn, hikûmeta Tirk bi bêdengkirin û bêbandorkirina rewşenbîran re peyamê dide gel bi taybetî jî ciwanan û diyar kir, girtina ji wezîfeyê ya mamosteyan wê kalîteya perwerdeyê bixîne û hejmara ciwanên diçin dibistanê kêm bike. Ronn destnîşan kir ku ev yek jî wê di dema pêş de bandorekek neyînî li ser civakê bike.

Ronn anî ziman, ku ew salên dûrûdirêj bi Egîtîm-Sen a li Tirkiyeyê re xebitîne û ji bo destekê bidin van hempîşeyên xwe yên zexteke giran li wan tê kirin, ew bi Federasyona Mamosteyên Ewropayê re di nava tevgerê de ne.

BÛYERÊN DIQEWIMIN WÊ BANDOREKE GELEKÎ NEYÎNÎ LI TIRKIYEYÊ BIKIN

Serokê Federasyona Rojnamevanên Swêdê Jonas Nordlîng ragihand, girtin û avêtina ji kar a komî, ne tiştekî bê fêhmkirin e û got, "Yên nayên girtin ji kar tên avêtin. Ev yek wê di dema pêş de bandorên gelekî neyînî li aboriya Tirkiyeyê bike."

Nordlîng bibîr xist, ku Tirkiye xwedî nifûseke gelekî ciwan e û diyar kir, rejîma Erdogan ji bo armancên xwe bi ser bixîne, civakê li dijî hev radike û hêzên dikarin rê li ber rewşeke entelektuel vekin; mamoste û rojnamevanan bêbandor dike.

Nordlîng di dawiya axaftina xwe de ragihandin, ku divê sendîka li her welatî, her tim demokrasiyê biparêzin û got, "Lê belê li Tirkiyeyê rêxistinên rojnamevanan ên xurt ku karibin mafên kedkarên çapemeniyê û demokrasiyê biparêzin, nîne." Nordlîng da zanîn, ku ew destekê didin hewldanên hempîşeyên xwe yên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê.

...