Xebatên Meclîsa Şengalê yên li Strasboûrgê berdewam dikin

Rêveberên Meclîsa Dîasporayê ya Meclîsa Şengalê ya girêva birçîbûnê ya ku 23’yê Tebaxê dest pê kiribûn, piştî daxuyaniya têkildarî ewlekariya Rêberê Gelê Kurd a duh hatî dayin, bi dawî kirin, xebatên ji bo naskirina statûya Şengalê didomin.

Rêveberên Meclîsa Dîasporayê ya Meclîsa Şengalê ya girêva birçîbûnê ya ku 23’yê Tebaxê dest pê kiribûn, xebatên ji bo naskirina statûya Şengalê, naskirina hêzên parastina Êzîdî û ji nû ve avakirinê didomin.

Reveberên Meclîsa Dîasporayê sibehê wê bi wekîlên Parlamentoya Ewropayê (PA) re bicivin.

Serokê Meclîsa Şengalê Fîkret Îgrek diyar kir, daxwaza wan a di girêva birçîbûnê de, hevdîtina bi lezgînî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hat, lê xebatên bi mebesta naskirina statûya Şengalê ya di qada navnetewî de wê berdewam bin.

Li gel Îgrek şandeya ku ji Peşîmam Ekrem Deniz, Bozo Bacinî, Beşîr Êzîdî û Bedirxan Kahraman pêk hatî, ku 21 rojan di gireva birçîbûna ya bêdem-bêdorveger de mayin wê têkiliyên xwe yên li Strasboûrgê berdewam bikin. Di nav vê çarçoweyê de tê plankirin ku bi wekîlên PA’yê re hev bibînin, têkildarî rewşa Şengalê wê hemû rayedarên din agadar bikin.

Di nav daxwazên Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê de naskirina statûya Şengalê, naskirina YBŞ’ê û YJŞ’ê weke hêza parastinê û avakirina bajarên ku di şer de ziyan gihaye wan.