Di rapora MKG'ê de hate ragihandin ku rojnamevanên jin bi du awayî li zextê rast tên û hate gotin, "Nûçeyên ji bo cemaweriyê têne amadekirin, têne krîmînalîzekirin û mafê agahîwergirtinê bi polîtîkayên zextê têne tepisandin. Rojnamevanên girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê werbigirin û mafê wan ê ragihandinê ji wan re nayê dayin. Ev rewş weke deqeke reş li ser sicîla azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê ye."
Komeleyê diyar kir ku li gel zexta fîzîkî li qadên dîjîtal jî astengiyên ragihandinê û biryarên rakirina naverokê zêde bûne.
BINÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN Û ZEXTÊN DI MEHA NÎSANÊ DE HATIN KIRIN
2 rojnamevanên jin hatin binçavkirin.
Bang li 4 rojnamevanan hate kirin ku li dozgeriyê îfadeyê bidin.
Li 2 rojnamevanan kiryarên xerab hate kirin.
Şopandina nûçeyan a 2 rojnamevanan hate astengkirin.
Mafên mirovan ên 7 rojnamevanên girtî hatin binpêkirin.
Li hemberî 3 rojnamevanan dozên nû hatin destpêkirin.
Li 2 rojnamevanan 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
17 rojnamevan hîn jî di 11 dosyayên cuda de têne darizandin.
9 rojnamevanên jin hîn jî girtî ne.
hesabê medya dîjîtal ên 2 rojnamevanan hatin girtin.
MKG'ê bang li saziyên navneteweyî kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin û ji dadgeriyê jî xwe bi rengekî serbixwe tevbigere û got, "Rojnamevantî sûc nîne. Dengê her rojnamevanan ên rastiyê dinivîsînin dengê hevpar ê vê civakê ye. Li dijî zext û sansurê em ê piştevaniyê mezin bikin."