Ocalan: Ji ber çi Heyeta HDP’ê nehat?
Endamê Heyeta Îmraliyê ya HDP’ê Balûken da xuyakirin ku Ocalan di hevdîtina dawî de pirsa Heyeta HDP’ê û parêzeran kiriye.
Endamê Heyeta Îmraliyê ya HDP’ê Balûken da xuyakirin ku Ocalan di hevdîtina dawî de pirsa Heyeta HDP’ê û parêzeran kiriye.
Balûken diyar kir ku gotinên rayedarên hikûmetê yên mîna “Ocalan naxwaze HDP’ê mûxatab bibîne’ hewldanan avakirina nêrînê ne. Balûken got; “Li şûna hewl didin nêrîna ava bikin, bila qanûnên ku me bi hev re saz kirine bê li kû veşartine ragihînin.”
Serokwekîlê Koma HDP’ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken têkîldarî berevajîkirinên rayedarên hikûmeta AKP’ê ya têkîldarî helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.
‘BIRÊZ OCALAN BÊ KA KÊ PÊVAJOY BI DAWÎ KIR NÎŞAN DA’
Balûken ê daxuyanî da ANF’ê, gotinên Cîgirê Serokwezîrê Tirk Veysî Kayna ê mîna “Ocalan naxwaze HDP’ê mûxatab bibîne” derewandin.
Balûken got, “Birêz Ocalan peyamên dîrokî dan. Çi hundirîn çi jî derve, hê ji niha ve bûye çavkaniya nîqaşên çareseriyê” û wiha dewam kir:
“Rayedarên AKP’ê li şûna bersivê bidin vê peyamê, dîsa bi operasyona avakirina nêrînê ve hewl didin girîngiya wê şêlû bikin. Birêz Ocalan rewşek xira kir û danî holê ku pêvajo ji hêla AKP’ê hatiye hilweşandin. Li bendê bû ku di nav 15 rojan de heyetek biçe, got konsepta şer ji hêla AKP’ê ve hatiye praktîzekirin. Ev tespîtek dîrokî ye. AKP’e neçar e ku bibêje bê çima pêvajo xira kiriye, di nav 15 rojan de heyeta çavdêriyê neşandiye Îmraliyê.
Bi taybet hin rewşenbîr, nivîskar, derdorên aştî û demokrasiyê di mijara bê kê pêvajo xira kiriye de bi guman bûn. Birêz Ocalan ev şik û guman ji holê rakirin. Niha ji AKP’ê li benda bersivê ne ku bê kê pêvajo xira kiriye. Rayedarên AKP’ê bi daxuyaniyên xwe ve ji vê bersivê direvin, dîsa serî li operasyonên avakirina nêrînê didin.”
‘AKP DIVÊ BERSIVÊ BIDE’
Balûkên amaje bi daxuyaniya Ocalan kir ku digot, ji bo çareseriyê projeyên wî hene û wiha domand, ‘’AKP divê bersiva vê bide. Ev xwîn wê wiha berdewam bike, konsepta şer li gel daxwaza aştiyê wê berdewam bike, an wê bersiv bê dayin ji bo tespîta dîrokî ku dikare di 6 mehan de aştiyeke mayinde pêk were.’’
Balûken bertek nîşanî rayedarên AKP’ê da ku li ser muxatabiyê dixwazin nîqaşan derxînin û wiha got:
‘’AKP, rayedarên dewletê pir baş dizanin bê kar ola muxatabiyê ya Birêz Ocalan, PKK’ê û HDP’ê di çareserkirina pirsa Kurd de çiye. Di pêvajoyeke wiha de ku HDP ne di nav de be, wan jî diyar kir ku li parlamentoyê têkildarî pirsa Kurd, demokratîkbûna Tirkiyê, verastkirinên zagonî ne pêkan e. Ji bo vê jî ji bo ku peyamên dîrokî yên Birê Ocalan yên têkildarî muzakereyan dayin, li tariyê bihêlin dixwazin nîqaşeke paşvebir bikin. Mesele ne ew e bê ka muxatab kîne û ew rêbaze ku ji nû ve dîsa diyar bibin; mesele ew e be ka hindirê muzakereyê wê çawa werin dagirtin. Di rojên pêş me de jî ku AKP vê nîqaşa paşvebir bidomîne, em ê bibêjin ku niyeteke wan a baş nîn e.’’
OCALAN LI ŞANDEYA HDP’Ê PIRSÎ
Balûken, pirsa birayê Ocalan, Mehmet Ocalan ku di hevdîtina dawî ya Imraliyê de careke dî hate rojevê anî zimên. Balûken wiha got, ‘’Birêz Ocalan, di hevdîtinê de, ji birayê xwe Mehmet Ocalan pirs kiriye bê ka çima parêzer û Şandeya HDP’ê nehatine. Ev diyalog derbasî girtekê dewletê jî bûye. Dev ji nexwestina HDP’ê ya wekî muxatab berdin, bertek nîşan dide bê ka çima şandeya HDP’ê nehatiye. Pi bi zelalî xweyî helwst e ku parêzer û şandeya HDP’ê were Imraliyê. Li gel ku ev hemû ber bi çav in jî, nîqaşeke paşvebir e ku meselê bînin ser mekanîzmaya muxatabiyê.’’
Balûken diyar kir, AKP ji bo ku HDP’ê bixe hedefê dixwaze Ocalan bike amûr lê di vê de bi ser neketiye û wiha got, ‘’Ev rêbazeke pir dijî exlaqê ye. Ji vê rêbazê çareserî dernakeve.’’
‘DIXWAZIN TECRÎDÊ BINIXUMÎNIN’
Balûken diyar kir AKP bi operasyona çêkirina têgihiştinê dixwaze ser tecrîdê binixumîne û wiha domand, ‘’Tecrida li ser Birêz Ocalan ranebûye. Hevnedîtina parêzer, şandeyeke serbixwe, siyasî pêkneanîna şertên ku muzakere pê re werin kirin, li qadê bi hemû hêza xwe ferzkirina konsepta şer a AKP’ê, nîşan dide ku AKP li cihê xwe ye. Rayedarên AKP’ê bi mebesta ku bala civakê neçe ser vê mijara jiyanî hewl dide. Heke bi qasî serê derziyê jî ji dil bin divê tecrîd rabe, divê şertên muzakereyê werin pêkanîn. Çareseriya gelek pirsgirêkên mezin wê weke tayê fanereykî veresin. Zikê me ji daxuyaniyên AKP’ê, operasyonên çêkirina têgihiştinê têr e.
‘BILA EŞKERE BIKIN YASAYÊN KU ME BI HEV RE ÇÊKIRIN LI KÛ VEDIŞÊRIN’
Li şûna ku daxuyaniyên wiha bidin, divê nîqaşa têkildarî verastkirinên zagonî yên ji xurtkirina rayedarên rêveberiyên xwecih ku bi HDP’ê re hatibûn kirin û hema bibêje hatibûn qonaxa dawî, destpêkirin. Di pêvajoyeke wiha ku şaredarî têne desteserkirin, di Pêvajoya Çareseriyê de, bila diyar bikin ku li Wezareta Karê Hundir verastkirinên qanûnê yên ku hatibûn qonaxa dawî û gelek rayeyên navendî didane xwecihiyê li kû vedişêrin. Bi heman awayî di demeke wiha ku li ser hemû civakê zextê ferz dikin, di ber bi dawiya çareseriyê ve, yasaya civaka sivîl ku me bi hev re hazir kirî li kû vedişêrin bila wê bibêjin.
Ji bo vê jî divê dev ji van nîqaşên qelp berdin, bila bibêjin bê ka yasaya rêveberiya xwecih a ku me bi hev re hazir kirî çi vedihewîne, yasaya civka sivîl çi vedihewîne, bila vê ji raya giştî re eşkere bikin.’’