Îlkhan: Yekîneya taybet raporên li ser komkujiyê digihîne ber destê Konseya Ewlekariyê ya NY

Nûnerê Navenda Mafên Mirovan a Kurd li Cenevreyê Mehmet Îlkhan da xuyakirin, Neteweyên Yekbûyî (NY) baş pê zane dewleta Tirk li Kurdistanê komkujî kiriye.

Di axaftina destpêkê ya 33. civînên meha Îlonê yên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Zeîd Al Husseîn bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê û eşkere kir, ku ji bo lêkolînkirina van binpêkirinan di bin sîwana NY yekîneyeke taybet hatiye avakirin.

Nûnerê Navenda Mafên Mirovan a Kurd li Cenevreyê Mehmet Îlkhan, ku civînên mafên mirovan ên NY ji nêz ve dişopîne, vê hewldana dawî ya NY a ji bo lêkolînkirina rewşa li Tirkiyeyê û avakirina yekîneya taybet ji ANF'ê re nirxand.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ KOMKUJIYÊN JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HATINE KIRIN, LÊKOLÎN DIKE

Îlkhan da xuyakirin, ku Neteweyên Yekbûyî cara yekê ye ev 6 meh in rewşa li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne û got, "Neteweyên Yekbûyî ku heta roja îro li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng bû, ji bo rastiyên li Kurdistanê hîn bibe, îro di nava hewldaneke mezin de ye."

Di dewama axaftina xwe de Îlkhan got, "Piştî komkujiya Cizîrê, saziyên mafên mirovan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî li Neteweyên Yekbûyî dest bi dîplomasiyeke xurt kirin. Rapor û belgeyên li ser komkujiyên bi destê dewletê hatine kirin radestî Neteweyên Yekbûyî kirin." Îlkhan anî ziman, Neteweyên Yekbûyî ku nema karîbû li pêşberî van rastiyan bêdeng bimîne, polîtîkaya xwe ya têkildarî Tirkiyeyê guherand.

'YEKÎNEYA TAYBET RAPORAN DIDE KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ'

Mehmet Îlkhan got, "Weke ku hat eşkerekirin, di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de yekîneyeke taybet hatiey avakirin û ev yekîne rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê lêkolîn dike. Serkêşê vê yekîneyê ev demeke xebateke berfireh dimeşîne. Em jî di nav de bi gelek saziyan re hevdîtinan dike û rastiyan bi delîlên şênber dike rapor. Van raporan jî radestî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dike."

'NETEWEYÊN YEKBÛYÎ CARA YEKÊ YE BI VÎ RENGÎ TIRKIYEYÊ HEDEF DIGIRE'

Îlkhan da zanîn, Tirkiyeyê destûr nedaye rayedarên Neteweyên Yekbûyî li Tirkiyeyê lêkolînan bikin û wiha dewam kir: "Bi awayekî vekirî dikarim bêjim, ku ji komkujiyên li Kurdistanê heta hemû binpêkirinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî êdî rewşa li Kurdistanê baştir dibîne. Axaftina duh a Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Raad Al Husseîn girîng bû. Cara yekê hat gotin, ku li Tirkiyeyê kuştinên bêdaraz û qetilkirina sivîlan hatiye kirin. Bi dîtina min, helwesta Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Tirkiyeyê wê roj bi roj dijwartir bibe."

'NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BAŞ PÊ DIZANE KU TIRKIYE DESTEKÊ DIDE DAIŞ'Ê'

Îlkhan da xuyakirin, ku Neteweyên Yekbûyî baş pê dizane ku Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê û anîz iman, siyaseta Kurdan ali Rojava û gelemperiya Rojhilata Navîn bi qasî ku bandorê li hêzên navneteweyî dike, li Neteweyên Yekbûyî jî dike. Îlkhan got, "Li ser maseya Neteweyên Yekbûyî, niha belgeyên li ser hemû komkujiyên li Kurdistanê hene. Bilêvkirina vê yekê di civînên îro de girîng e, lê divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li dijî Tirkieyyê gavên şênber bavêje."

'PÊWÎSTE BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN BI BELGEYÊN ŞÊNBER JI NY RE BÊN RAGIHANDIN'

Îlkhan herî dawî bang li saziyên mafên mirovan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî kir, ku belgeyên li ser binpêkirinên mafên mirovan ji NY re ragihînin. Îlkhan got, "Dikare bi NY re, ku şahidî ji komkujiyên li Kurdistanê re kir, yekser têkiliyê deynin. Yên di vî warî de zehmetiyê bikişînin, dikarin bi rêya me xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî."

...