Agirbest bi 2 rojên din hat dirêjkirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner got, agirbesta li Sûriyeyê bi 2 rojên din hatiye dirêjkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand, Wezîrê Karên Derve John Keryy bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re axiviye.

Toner got, her du wezîran li hev kirine ku agirbesta 7 rojan a li Sûriyeyê ku di 12'ê Îlonê de destpê kir, ji bo du rojên din jî were dirêjkirin.

Toner da xuyakirin, bi saya agirbestê şîdeta li Sûriyeyê hinekî kêm bûye û anî ziman, lê hê jî agirbest tê binpêkirin.