Desteserkirina Şaredariyan li Balafirgeha Arlandayê hat şermezarkirin
Desteserkirina 24 Şaredariyên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê, li Balafirgeha Arlanda ya li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.
Desteserkirina 24 Şaredariyên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê, li Balafirgeha Arlanda ya li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.
Çalakî li termînala xetên derve ya balafirgehê pêk hat. Kurdistaniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG'ê hildan û dirûşmên "Ji Ocalan re azadî", "Kujer Erdogan", "Artêşa Tirk ji Rojava bicehime", "Tirkiye û DAIŞ heman tişt e" qîriyan.
Di çalakiyê de pankart û dowîzên bi nivîsa "Sûltanê faşîst ê Tirkiyeyê şaredaran ji wezîfeyê digire, bombeyan li Kurdistanê dibarîne", "Dagirkirina Cerablûsê biqedînin", "Pêşî li rejîma zordar a Erdogan bigirin", "Tirkiye dest datîne ser şaredariyên ku me bi vîna xwe ya siyasî hilbijartin e" hatin vekirin. Çalakiyê bala rêwiyan û personelên balafirgehê kişand.
Li bajarê Gavle jî, Kurdistaniyên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Gavleborgê li hev civiyan, bi pankartan ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan.
Di meşê de dirûşmên "Ji Ocalan re azadî", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekiş^nin" hatin qîrîn û çalakgeran xwestin bi rêveberên şaredariyê re hevdîtinê bikin.
Piştî ku ev daxwaza wan hat qebûlkirin, li ser navê çalakgeran Îsmet Ûzûn û Mîrza Behram bi Sekreterê Polîtîk ê Şaredariyê Atîlla Fabîran re rûniştin. Di hevdîtinê de du dosyayên li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina 24 şaredariyên Kurdan, radestî Fabîan hatin kirin. Nûneran ji rêveberiya şaredariyê xwestin, ku vê darbeya li Tirkiyeyê ya li vîna gel hatiye kirin, şermezar bike.
Fabîan jî diyar kir, ku ew ê desteserkirina şaredariyan qebûl nekin û soz da ku di vî warî de çi pêwîst be ew ê bikin. Li ser vê yekê Kurdistaniyan çalakiya xwe qedandin.