Tirkiyeyê di civîna NY de komkujiyên DAIŞ'ê ji nedîtî ve hat
Di axaftina li ser navê Tirkiyeyê de, ku li civînên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî hat kirin, PKK hedef hat girtin û qet qala komkujiyên DAIŞ'ê nehat kirin.
Di axaftina li ser navê Tirkiyeyê de, ku li civînên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî hat kirin, PKK hedef hat girtin û qet qala komkujiyên DAIŞ'ê nehat kirin.
Nûnerê Tirkiyeyê îdîa kir, ku gotinên Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeîd Raad Al Husseîn ne rast in û PKK sûcdar kir. Nûnerê Tirk di axaftina xwe de DAIŞ ji nedîtî ve hat.
Di roja 2. a 33. Civînên meha Îlonê yên Mafên Mirovan ên NY de, welatên endamên NY axaftina Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan Zeîd Raad Al Husseîn nirxandin.
Nûnerên dewletên endam bal kişandin ser asta binpêkirina mafên mirovan li welatên cuda yên cîhanê û destnîşan kirin, ku li dijî vê yekê pêwîstî bi têkoşînê heye.
Gelek dewletên endam bal kişandin ser girîngiya axaftina Zeîd û bi taybetî işaret bi binpêkirina mafên mirovan a li Sûriyeyê kirin. Dewletên endam tevî Sûriyeyê asta binpêkirina mafên mirovan li Fîlîstîn, Ûkrayna û hin welatên Afrîkayê jî nirxandin û çalakiyên terorîst ên rêxistina terorê DAIŞ'ê yên li Rojhilata Navîn bibîr xistin.
Di dema van nirxandinan de, welatên Erebîstana Siûdî û Qatar ku gelek caran navên wan bi desteka ji bo DAIŞ'ê ket rojevê, qet qala terora DAIŞ'ê nekirin. Balkêş e ku van welatan bi tenê rejîma Esad weke berpirsyarê rewşa li Sûriyeyê nirxandin.
TIRKIYEYÊ BI TENÊ PKK NIRXAND
Tirkiyeyê jî bersiv da Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan Zeîd Raad Al Husseîn ku bal kişandibû ser binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê. Di axaftina li ser navê Tirkiyeyê de hat îdîakirin ku gelê sivîl hedef nehatiye girtin û 'têkoşîn li dijî terorê' hatiye meşandin.
Tirkiyeyê diyar kir, ku ew tevlî axaftina Zeîd nabe û bi vê gotinê, rewşeke ecêb derxist holê: "Neteweyên Yekbûyî dixwaze li Tirkiyeyê lêkolîn bike, lê nabêje dixwaze li ku devera Tirkiyeyê lêkolînê bike."
TIRKIYEYÊ ÇALAKIYÊN DAIŞ'Ê JI NEDÎTÎ VE HAT
Tirkiyeyê bibîr xist, ku Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û îdîa kir, ku Tirkiye wê mafên mirovan û demokrasiyê biparêze û li dijî PKK'ê têbikoşe.
Tirkiyeyê giranî da ser PKK'ê û qet qala DAIŞ'ê nekir. Bi vî rengî komkujiyên ji aliyê DAIŞ'ê ve tên kirin, parast.