IFOR: Li Tirkiyê bi operasyonên leşkerî gelê sivîl hedef tê girtin

Di Rûniştina Mafê Mirovan a NY’yê de, li ser navê IFOR’ê, saziya civaka sivîl a navnetewî Derek Brett axivî û got, bi operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk li Kurdistanê gelek gund û bajar hatin kavilkirin.

Brett diyar kir dewleta Tirk li Kurdistanê înfazê bê daraz, êşkencê û koçberkirina bi darê zorê dike.

Di rûniştina 33. a Mafê Mirovan a NY’yê a Meha Îlonê de, roja duyê piştî nîvro, Saziyên Civaka Svîl binpêkirinên mafên mirovan ên li cîhanê diyar kirin.

LI ROJHILATA NAVÎN BI DESTÊ DEWLETAN MAFÊ MIROVAN TÊNE BINPÊKIRIN

Gelek kesên ku di rûniştinê de axivîn diyar kirin, di serî de li Rojhilata Navîn li gelek deverên cîhanê roj bi roj tundî zêdetir dibe.

Saziyên Civaka Sivîl çalakiyên terorîs ên çeteyên DAIŞ’ê bi bîr xistin û gotin, li Rojhilata Navîn ji ber şerê heyî, binpêkirina mafê mirovan her ku diçe zêdetir dibe û gotin, dewletên van deran li dijî binpêkirinên mafan ti siyaseteke demokratîk pêk nayînin.

Hate gotin li gelek welatên Rojhilata Navîn bi destê dewletê tundî li ser jin û zarokan tê bikaranîn û li gelek deverên dinyayê bi destê dewletê êşkence, înfaz û mirin pêk tên.

Bi taybetî li Pakîstan, Îran, Sûriye û Iraqê li gelek welatan mirov mehkûmî mirinê têne kirin û diyar kirin gelek binpêkirina mafê mirovan ku NY nabîne pêk tên.

 ‘DEWLETA TIRK GELEK BAJAR KAVIL KIRIN’

Li ser navê Saziya Civaka Sivîl a Navnetewî Interntional Fellowshıp of Reconcîlîatîon (IFOR) Derek Brett jî axivî û got, dewleta Tirk bi operasyonên leşkerî li bakurê Kurdistanê gelek bajar kafûkun kiriye.

‘ÎNFAZ ZÊDE DIBIN’

Brett wiha anî ziman: ‘’Têkiliyên me yên xwecih ên li Tirkiyê dibêjin li başûrêrojhilat ê dewletê binpêkirinên mafê mirovan ên giran têne jiyîn. Bi operasyonên leşkerî gelê sivîl ji xwe re hedef digirin. Înfazên bê daraz pêk tên. Mirovên ku bajarên wan hatine kavikirin bi darê zorê têne koçberkirin.’’ Brett diyar kir divê Tirkiye zû deriyê xwe NY’yê re veke û got, Tirkiye divê bi Kurdan re li ser maseya aştiyê rûne, di demeke nêzîk de.