Schoulgîn: PKK divê ji lîsteya terorê were derxistin
Cîgirê Serokê PEN’ê ya Navnetewî Eugene Schoulgîn di semînereke bi navê ‘’Tirkiye ber bi kû ve diçe?’, li Osloyê axivî û got, ew Tirkiyê ji nêz ve dişopînin û navnîşana çareseriya bernameya muzekereyê bi Kurdan re ye.
ANF
OSLO
çarşem, 14 rezberê 2016, 17:11
Cîgirê Serokê PEN’ê ya Navnetewî Eugene Schoulgîn di semînereke bi navê ‘’Tirkiye ber bi kû ve diçe?’, li Osloyê axivî û got, ew Tirkiyê ji nêz ve dişopînin û navnîşana çareseriya bernameya muzekereyê bi Kurdan re ye û got divê PKK ji lîsteya terorêya DYA û YE’yê were derxistin.
Li paytexta Norweçê Osloyê li avahiya Azadiya Derbirînê bi navê ‘’Tirkiyê ber bi kû ve diçe?’’ semînerek hate dayin. Semîner ji hêla Kolemeya Edîtorên Norweçê, Cemîyeta Rojnamevanan, Yekîtiya Çapemeniyê, Zanîngeha Osloyê, Yekîtiya Weşangeran û Azadiya Derbirînê û PENa Norweçê ve hate organîzekirin. Di semînerê de cîgirê PEN Înternatîonal Eugene Schoulgîn, ji Tirkiyê Berdevekê Helkefta Raman û Azadiya Derbirînê Şaner Yurdatapan û rojnamevan Ragip Zarakolu axivîn.
‘ADRÊSA ÇARESERIYÊ MUZAKEREYA BI KURDAN RE YE’
Di semînerê de hate gotin hikûmeta AKP’ê hewldana darbeyê ji xwe re weke fersendekê dîtiye, bi hezaran akademîsyen, rojnamevan, weşanger girtine, saziyên çapemeniyê dane girtin, bi yasayarên derasayî hemû muxalîf weke ‘’Teror, darbekar’’têne tawbanbarkirin û hewl tê dayin wan bêdeng bikin. Şanar Yurdatapan fîlmekî kurt ku kirinê dîktatoriya Erdogan nîşan dide, da temaşekirin û komkujiya li ser Kurdan vegon. Yurdataan li ser desteserkirina şaredariyan axivî û got, li Tirkiyê çareseriya probleman bi muzakereya Kurdan pêk tê.
‘DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN’
Eugene Schoulgîn jî diyar kir, ew Tirkiyê ji nêz ve dişopînini û navnîşana çareseriyan bi muzakereyê bi Kurdan re ye û diyar kir, divê PKK ji lîsteya terorê ya DYA Û YA’yê were derxistin.
‘HEMÛ NÛÇEGIHANÊN GIRTÎ DIVÊ SERBEST WERIN BERDAN’
Rojnamevan Zarakolu jîg ot, li Tirkiyê li ser nûçegihan û rojnameyên muxalîf zext û zordarî heye û ev zext û zordarî herî pir li ser Ozgur Gundemê û Rojnamevanê Kurd e. Zarakolu diyar kir divê hemû nûçegihanên girtî di nêzîktirîn demê de serbest werin berdan.