Li Brîghtonê çalakiya li dijî desteserkirina şaredariyan
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sûssexê li navenda bajêr çalakiyek lidar xist û desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir.
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sûssexê li navenda bajêr çalakiyek lidar xist û desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir.
Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û hat ragihandin, hikûmeta AKP'ê dest daniye ser 24 şaredariyên Kurdan. Her wiha dan xuyakirin, ku gelek mirovên ev desteserkirin şermezar kirin, bûn hedefa şîdeta polîsan, hatin binçavkirin û girtin.
Di belavokan de hat gotin, Tirkiye Şertê Rêveberiyên Herêmî yên Yekîtiya Ewropayê binpê dike û hat xwestin, ku zext li hikûmeta AKP'ê were kirin. Wekî din bang li nûnerên Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê hat kirin ku biçin serdana Amedê, rewşê li cih bibînin û piştgiriyê bidin gelê herêmê.