Li Bexdayê cejna bi xwîn
Hat ragihandin ku li Bexdayê di roja 3’emîn a cejnê de, di encama teqînê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku li Bexdayê di roja 3’emîn a cejnê de, di encama teqînê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku li gorî agahiyên girêdayî Wezîrê Karê Derve yê Iraqê; di encama teqîna wesayîtekî bombebarkirî ya li sûka navçeya Tamriye a dikeva Bakûrê Bexdayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, 10 kes jî birînda bûne.
Her wiha li herêma Talbeye 2 cenazeyên ku li ser bedenên wan cihê guleyan hebû hatin dîtin, dîsa li herêma Adl hat îdîakirin ku zêrîngirek ji aliyê kesên nenas ve bi çekê hate kuştin û êrîşkaran 20 milyon dînarê zêrîngir birine.
Li herêma Reşîdiye ya ku dikeve Bakûrê Bexdayê di encama bombeya ku ji berê li ser rê cih kiribû, di dema derbasbûna wesayîtekê de teqiya. Hat diyarkirin ku di teqînê de ajokarê wesayîtê jiyana xwe ji dest daye, li Semta Reşadê jî komek kesên nenas bi çekan li ser malekê de girtin,xwediya malê li gel 2 zarokan kuştine hate ragihandin.
Hat diyarkirin ku li herêma Kerrade dikanek ku vexwartekên bi alkol difirotin bombe avêtin dikana wî de, di bûyerê de ziyanê can nebû lê di dikanê de ziyanên madî pêk hate.