Li Norweçê desteserkirina şaredariyên Kurd hate şermezakirin
Li paytexta Norwêçê, Oslo yê, komek Kurdistanî rapora desteserkirina şaredariyên DBP’ê yên ji hêla dewleta Tirk ve dane nûnerên partiyên Meclîsa Şaredariyê.
Li paytexta Norwêçê, Oslo yê, komek Kurdistanî rapora desteserkirina şaredariyên DBP’ê yên ji hêla dewleta Tirk ve dane nûnerên partiyên Meclîsa Şaredariyê.
Li Osloyê şandeyeke ku ji endamên Meclîsa Kurd a Demokratîk a Osloyê pêk hatî, dosyaya ku têkildarî desteserkirina şaredariyên DBP’ê dane nûnerên meclîsa şaredariyê û partiyên siyasî.
Şandeya Kurd ji hêla şêwirmedên nûnerê Partiya Sor Negar Enayetî, Erîk Lae ya partiya rastgir a li desthilatdariyê û Sunniya Holmas Eîdsyoll a partiya çepgir ve hatin pêşwazîkirin. Di dosyayê ku bi rêya postaya elektronîk ji hemû şaredariyên Norwêçê re hate şandin, hate xwestin ku li dijî vê neheqûqiyê bikevine nav hewldanan.