Sekreterê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.
Tahmaz bibîr xist, ku hevdîtina bi malbat û parêzeran re mafê bingehîn ê Ocalan e diyar kir, ku ev yek ne xêrek dewletê ye. Tahmaz da xuyakirin, ku rola Ocalan a ji bo sekinandina şer careke din derketiye holê û anî ziman, dora gav avêtinê ya hikûmetê ye. Tahmaz diyar kir, hevdîtina Ocalan a bi birayê wî re têrê nake, ji bo pêkhatina aştiyê divê pêşî li hemû hevdîtinên siyasî were vekirin.
Tahmaz bi gotina "Şewateke gelekî mezin li pêşiya me" rewşa heyî ya pirsgirêka Kurd pênase kir û got, "Her roj agahî li ser mirinê tê, rojnameya Ozgur Gundemê tê girtin, Asli Erdogan, Necmiyet Alpay tên girtin, zêdeyî 11 hezar mamoste ji kar tên derxistin. Vê jî têrê nekir, bi rengekî bêhiqûqî qeyûm li şaredariyan hatin tayînkirin. Ev tişt li cîhanê nehatiye dîtin. Em li welatekî welê dijîn, ku hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin û xwestina aştiyê veguheriye sûcekî."
Hakan Tahmaz da xuyakirin, ku pêwîstiya Tirkiyeyê bo asayîbûnê heye û ev yek jî bi qedandina şer pêk ane. Tahmaz destnîşan kir, ku ne Ocalan be kes nikare vî şerî bisekinîne.
'TECRÎDÊ RAKIN, DEST JI DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN BERDIN'
Sekreterê Weqfa Aştiyê Tahmaz diyar kir, ya divê ewilî bê kirin; rakirina tecrîda li ser Ocalan e û got, "Ya yekemîn; divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin, çek bêdeng bibin û çar partî li hev bicivin û parlamentê bi kêr bikin. Pêwîste polîtîkayên dervehiştina HDP'ê yên mîna desteserkirina şaredariyan, bên terikandin. Di vê navberê de erkeke mezin dikeve ser milê partiya mûxalefeta bingehîn. Partiya mûxalefeta bingehîn ku di pratîkê de bûye hevparê vê polîtîkayê, lazim e derhal vê helwesta xwe biterikîne."