Ji bo protestokirina qeyûm şaredariya Swêdê hate dagirkirin

Tayînkirina qeyûmên hikûmeta AKP’ê ya li dijî şaredariyên Kurdan, li bajarê Orebro yê Swêdê bi dagirkirina avahiya şaredariyê hate protestokirin.

Komek Kurdistaniyên ku li ser banga Navenda Demokratîk a Orebroyê ketin avahiya şaredariyê, bi armanca protestokirina bêdengiya hikûmeta Swêdê û rêveberiya şaredariyê ya li beramberî sepanînên rejîma Erdogan ya li dijî şaredariyên Kurdan, çalakiya dagirkirinê dan destpêkirin.

Çalakgeran daxwaza dîtina şaredar kirin. Li ser vê daxwazê Şaredar Kenneth Nîlsson hat cem çalakgeran. Çalakgeran têkîldarî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Kurdan û qetlîamên AKP’ê ya li Kurdistanê agahî dan Şaredar Nîlsson û daxwaz kirin ku bibe xwedî helwest.

Şaredar Nîlsson got wê têkîldarî mijarê bi Wezîrê Karên Derve re baxive û soz da ku wê bibe şopdarê mijarê. Piştî soza şaredar, çalakgeran dirûşmeyên ku hikûmeta AKP’ê lenet dikin berz kirin û dawî li çalakiya dagirkirinê anîn.